Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) têkildarî binpêkirina mafên mirovan a rojnavanan a sala 2024an raporek aşkere kir. Di raporê de hat ragihandin ku 122 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatin kuştin ku 14 ji wan jin bûn. Di raporê de hate xwestin, “Peymana navneteweyî ya têkildarî parastina rojnamegeran” ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê qebûlkirin.
Di raporê de hat ragihandin ku li Rojhilata Navîn û welatên ereb 77 rojnameger hatin kuştin. Her wiha hat gotin, di êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir ve hejmara rojnamegerên Filistînî yên hatin kuştin gihiştiye 147 kesan.
Di raporê de rojnamegerên ji aliyê Dewleta Tirk ve hatin kuştin, hat bibîrxistin û hat gotin, li Herêma Kurdistanê ya Federe Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatine kuştin. Di raporê de hat ragihandin ku li Iraqê bi giştî 3 rojnameger, li Sûriyeyê jî di 4ê Kanûnê de wênevanek hatin kuştin.
Li gorî raporê li herêma Asya-Pasîfîkê;
Pakistanê 7
Bangladeşê 5
Hindistanê 3
Kamboçyayê 1
Filipînê 1
Endonezyayê 1
Qazaxistanê 1 rojnameger hatin kuştin.
Hat ragihandin ku li Myanmarê 3 rojnameger ji aliyê rejîma leşkerî ve hatin kuştin.
Her wiha hat gotin, li Efrîkayê 10, li parzemîna Emerîkayê 9 rojnameger, li Ewropayê jî 4 rojnameger hatin kuştin.
Li gorî rapora IFJ’ê heta 31ê Kanûna 2024an 516 rojnameger girtî ne.