Çend rojên dawî gelek ajansên nûçeyan îdîayên ku li bajarê Buça yê Ukraynayê komkujî pêk hatine cihê xwe di rojeva sereke ya ajansên cîhanê de girt. Piştî ku artêşa Ukraynayê hin dever ji destê Rûsyayê derxistin hin dîmen der barê komkujiyên ku leşkerên Rûsyayê li Buçayê kirine hatin servîskirin. Lê Rûsyayê ew dîmen wekî leystika filmekî nebaş da nasîn û got ku tiştekî wiha tune ye.
Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenski têkildarî mijarê diyar kir ku Rûsyayê li bajarê Buçayê komkujî kirine û wiha got: “Li deverên ku ketibûn bin kontrola artêşa Rûsyayê leşkerên wê komkujî kirine û serokê Rûsyayê Vlademir Putin hewl dide ku delîlên komkujiyan veşêre.”
Ji aliyekî din de serokê DYA’yê Joe Biden jî bi tundî serokê Rûsyayê bi sûcê şer tewanbar kir û wiha got: “Me berê gotibû ku Rûsyayê sûcên şer dike. We rastîya vê mijarê dît çawa li Buçayê komkujî kirin. Putîn tewanbarê sûcê şer e û divê bi tewana ku li Ukraynayê sûcên şer kiriye were dadgehkirin.”
Rûsyayê hemû dîmenên ku hatin belavkirin red dike û dibêje ku wan dîmenan wekî lestikên welatên Rojava bi nav dike. Putîn der barê mijarê de dibêje: “Hêzên me ne li Buçayê û ne li tu deverekî din komkujî nekirine û ji bo zelalkirina vê yekê min banga civînekê li Konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye.”
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Segey Lavruv jî der barê nûçeyên komkujiya Buça de wiha got: “Ji 31’ê adarê ve leşkerên me ji bajarê Buçayê vekişiyan. Şaredarê wî bajarî diyar kir ku her tişt di bin kontrola wan de ye. Lê piştî 3 rojan ji bo ku li Rûsyayê bê bikaranîn ev senaryo û şanoya komkujiyê hate amadekirin.”
Hêjayî gotinê ye li gorî Nivîsgeha Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji destpêka êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê heta niha Hezar û 400 sivîl hatine kuştin. Nêzî 3 hezar kes jî birîndar bûne.
Fransa û Almanyayê bera dîplomatên Rûsyayê dan
Ji aliyekî din de Fransa û Almanyayê dîplomatên Rûsyayê bi rengekî komî ji welatên xwe derdixin. Li gorî ajansa France Press Almanyayê bera 40 dîplomatên Rûsyayê daye. Her wiha dê Fransayê jî 35 dîplomatên Rûsyayê ji welatên xwe derxîne.