Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, diyar kir ku li Tirkiyeyê ti îtîfaqeke siyasî ya din tuneye ku di meclîsê de deng, gotin û nasnameya gelek dînamîkên cuda ragihîne e û got, “Tifaqa me ji aliyê siyasî ve gelekî bi qîmet e ji ber ku wê li Tirkiyeyê rêya sêyemîn, demokrasî, azadî û aştiyê ava bike.”
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin ku li Îzmîrê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne ji ajansa ANF’ê re axivî. Akîn, anî ziman ku ew di nava xebateke hilbijartinê û coşeke mîna coşa 7’ê Hezîranê de ne û got, “Partiya Çepên Kesk partiyeke wisa ye ku cara dikeve hilbijartinê. Ez dikarim bibêjim ku li hemberî her cure operasyonên li dijî HDP’ê bûye wekî bijarteyekê û di nava 45 rojan de di nav jiyana me de hêzeke gelekî xurt wergirtiye. Me kêm caran partiyek wisa dîtiye ku di demeke kin de hatiye naskirin. Em şopdarê wê ne û wê pîroz dikin. Ev ji bo me bi qîmet e.”
Tifaqa me wê aştiyê ava bike
Akîn diyar kir ku ew weke namzetê hevpar ê Tifaqa Ked û Azadiyê ketiye hilbijartinê û girîngiya tifaqê bi van gotinan nirxand: “Em jî namzetê Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd li erdnîgariya Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê em bi rastî nûnertiyeke siyasî ya hevpar ji cihekî ku hemû cudahiyên Tirkiyeyê, kesên ji nasname, bawerî û nêrînên siyasî yên cuda vedihewîne pêk tînin. Li Tirkiyeyê ti îtîfaqeke siyasî tuneye ku karibe deng, gotin û nasnameya van dînamîkên cuda di meclîsê de hilgire. Di vî warî de tifaqa me ji bo avakirina rêya sêyemîn a Tirkiyeyê, demokrasî, azadî û aştiyê pir bi qîmet e.”
Em ê bibin nûnerê guhertinê
Akîn diyar kir ku divê Partiya Çepên Kesk di 14’ê Gulanê de ji bo komara demokratîk, xwedî hêz be û wiha got: “Em difikirin ku 15’ê Gulanê wê bibe destpêka sedsala nû. Ji ber vê yekê dema em ji xerabiyê derdikevin em ber bi başiyê ve gavan diavêjin. Wê her tişt ji nişka ve neguhere. Em dixwazin bibin berdevkê bayê guherînê û bibin nûnerê guherînê. Em dixebitin ku partiya me di Meclîsê de pir xurt bibe. Dema em dengê xwe didin Partiya Çepên Kesk, dengê din jî didin Kiliçdaroglû da ku em ji rejîma yekzilamî xilas bibin. Ji bo şandina Erdogan ev tişt hêja ye. Dengê ji bo Partiya Çepên Kesk wê ji bo pêşeroja Tirkiyeya wekhev, azad û demokratîk diyarker be. Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”