12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Barzanî piştî 6 salan çima çû Bexdayê?

Aram Bekîr

Çûyîna Barzanî a Bexda tê wateya rewakirina dagirkerî û li hember PKK’ê hê zêde alîkarî xwestinê. Bi armanca firotina Başûrê Kurdistan çû Bexdeyê.

Barzanî piştî 6 salan şûnde çû Bexdayê. Tam jî di dema ku dagirkeriya dewleta tirk nava axa Başûrê Kurdistanê de belav dibe, çeteyên dewleta tirk wekî di nava xaka Tirkiyeyê de bin wisa rehet tevdigerin, nasname kontrol dikin, bi ser gundan de digirin, belavok belav dikin û sixûrtiyê li ser welatiyan ferz dikin, çûyîna Barzanî ne belaseb e.

Her hal ji ber wan kiryarên dijmin ên dagirkeriyê neçûye Bexdayê. Yanî ji bo li dijî dagirkeriya tirk hewar û alîkariyê ji dewleta Iraqê bixwaze neçûye Bexdayê. Jixwe eger ji hatina dijmin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê bêzar bûya, dê hetanî niha daxuyaniyek dabûya, bertekek raber kiribûya. Lê eger bêdeng dimîne û kesên bertek jî nîşan didin bi fermana wî ve tên bêdengkirin, ev jî nîşan dide ku yê dijmin vexwandin Başûrê Kurdistanê ew bixwe ye. Lewra çûyîna wî ya Bexda tê wateya rewa kirina dagirkerî û li hember PKK’ê hê zêde alîkarî xwestinê. Derveyî vê hat hînbûn ku wê ji hikûmeta Iraqê bixwaze ku xala 9’an li ser Şengalê ferz bike. Ev jî nîşan dide ku dixwazin bi paralela êrîşên li ser Herêmên Parastina Medyayê re, xala 9’an jî bê pratîzekirin. Yanê dema ku ew bi çeteyên xwe ve li kêleka dijmin li hember parêzvanên gelê Kurd û mirovahiyê êrîşên bêbext li dar dixin, wê hikûmeta sudanî jî bidarê zorê xala mijara gotinê pratîze bike. Wê bi vî awayî hem PKK’ê tasfiye bikin û hem jî îradeya gelê Şengalê desteser bikin.

Baş e, wê Barzanî û malbata wî çi qezenç bikin, yanê wê çi bikeve destê wan? Dema ku Başûrê Kurdistanê bi hinceta PKK’ê ve temamî hat dagirkirin, di vê navberê de PKK jî hat tasfiyekirin, xala 9’an li ser Kurdên êzidî hat ferzkirin, wê Barzanî, malbata wî çi qezenç bikin? Li gorî nîqaşên tên kirin, piştî ku PKK tasfiye bû, îradeya Kurdên êzidî hat şikandin şûn ve wê dijmin walîtiya herêmê bide malbata çete. Helbet em nizanîn di hevdîtinên dawî de çi hatiye axaftin, çi soz dane vê malbata çete, wê erkek çawa bidin Barzanî, kurê Barzanî û biraziyê wî nizanîn. Lê dema ku mirov li dîroka vê malbata çete li pêy xwe hiştî mêze dike, timî bi tiştên biçûk ve qayil bûne, timî deskeftiyên mezin kirine qurbanê berjewendiyên xwe û timî ji xwe tenê re xwestine. Lewra nîqaşên tên kirin ne dûrî eql in. Dibe ku sozek welê dabin Barzanî, malbata wî… Her hal ji ber vê sozê ye ku carek din aktîf bû û piştî 6 salan şûnve berê xwe da Bexda. Eger rastiya vê sozê hebe jî, li vê namerdiyê binêrin; wê beramberî walîtiya herêmê, ji bo tasfiye kirina PKK’ê bixebite. Wê tasfiyekirina deskeftiyên gel, bi erkek wiha ve biguherîne. Ev mesele pêşgotinek Kurdan tîne bîra mirov a dibêje “Kesek Kurd kirin walî, di destpêkê de bavê xwe darve kir.” Helbet Barzanî an jî malbata wî, cara destpêkê nayê li ser hikim. Herî hindik 70 salin li ser hikim in. Yanê heftê salin serkêşiyê dikin. Lê li gel vê jî hîna dixwazin ew qas sal li ser hikim bimînin. Hem jî wek koleyên ku ben xistîn situyê wî. Erê xwe timî dane bikaranîn, lê ya vê carê pir xirab e. Li ser vê jî wê çawa ji bo xwe qebûl bikin nizanim. Barzanî ku niha ji bo walîtiyek ew qas bêrûmet hewl dide, di sala 2014’an de nedixwest bi jinekê re hevserokatiyê parve bike. Ji bo xwe şerm didît, eyba herî mezin didît û jin jixwe kêmtir didît. Digot; Ez ê çawa bi jinekê re bixebitim. Lê niha ji bo bibe kole dewletekê, aferînekê ji xwediyê xwe re bigire, her tiştî dike. Nabêje ez ê çawa di vê temenê xwe de kûçiktiyê bikim? Ez ê çawa qaşo wek kesek doza Kurdî rêvedibe vê bêrûmetiyê qebûl bikim?

Helbet bila ew kesên ku digotin; barzanî doza Kurdî rêvedibe, rêberê Kurdan e, parçeyek azad kiriye, ka PKK’ê çi azad kiriye? Ev qas sale PKK şer dike ka kîjan dever bidestxistiye? Yên ku digotin; barzanî Kurdî diaxive, cil û bergên Kurdî li xwe dike, ka kîjan rêveber, siyasetmedarê PKK’ê Kurdî diaxive, li ber kî/ê cil û bergên Kurdî hene?’, bifikirin. Gelo wê piştî ew qas bêrûmetiyê jî wê hîna heman tiştî bibêjin? Wê hîna barzanî, malbata wî wek qaşo rêber bibînin? Wê wek malbatek doza Kurdî rêvedibin bibînin?  Wê ji bo paqij derxistinê hewl bidin?