9 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hûsiyan ragihand ku wan li du hedefên Îsraîlê daye

Artêşa Îsraîla ragihand ku wan balafireke bêmirov ku nêzî Îsraîlê dibû asteng kiriye. Hûsiyan jî ragihand ku wan li 2 hedefên leşkerî yên Îsraîlê daye.

Artêşa Îsraîlê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan balafireke bêmirov ku ji aliyê rojhilat ve nêzîkî Îsraîlê dibû, asteng kiriye. Çavkaniyeke leşkerî ya Urdunê ragihand ku li herêma Maîn a parêzgeha Madeba (30 km li başûrê rojavayê Emanê) balafireke bêmirov ketiye û bûye sedema şewatê.

Çapemeniya Urdunê ragihand ku balafira bêmirov ji aliyê Yemenê rabûye.

Hûsiyên jî piştrast kir ku wan “li herêma Yafa ya dagirkirî bi 2 dronên ’Yafa’ li 2 hedefên leşkerî yên Îsraîlê ya dijmin xistiye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hûsî bi hinceta piştgiriya Xezayê êrişî keştiyên DYA û Îsraîlê dikin.