Dewleta tirk êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê bênavber didomîne. Herî dawî li Silêmaniyê 2 rojnamegerên jin ên kurd qetil kirin. Li gorî daneyan dewleta tirk ji sala 1983’yan heta niha li başûrê Kurdistanê li ber çavê cîhanê komkujiyan pêk tîne. Tenê li gorî daneyên hatine komkirin, di nav 41 salan de 247 welatî hatine qetilkirin. Di salên dawî de bi taybetî rojnamegerên kurd dikin hedef. Di 10 salên dawî de rojnameger Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirin. Silêman Ehmed jî hej li zindana wan girtî ye.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê bakur û rojhilatê Sûriyeyê ya li başûrê Kurdistanê Fethullah Huseynî ewil li ser erîşên Tirkiyeyê yên li dijî başûr rewestiya û got: “Ev ne êrîşa ewil e. Dewleta tirk her roj başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Gelek herêmên bajarê Duhokê topbaran dike. Hem sivîlan û hem jî kesên leşker tevan dikin armanc. Li dijî vê yekê helwestek li hemberî Tirkiyeyê pêwist e. Divê hikûmeta Iraqê helwestekê nîşan bide û qada hewayî li Tirkiyeye bigire. Qada hewayî di destê hikûmeta Iraqê de ye. Li aliyê din hikûmeta başûr li dijî van êrîşan bêhelwest e. Eger hikûmeta başûr helwestek nîşan dabûya, dê ev êrîş pêk nehatibûya. Dê her roj Tirkiye herêmê bombebaran neke û xelkê herêmê şehît neke. Lê em dibînin ku hikûmeta Tirkiyeyê diyalogek baş bi hikûmeta Iraq û PDK’ê re çêkiriye. Tifaqiyek hevpar heye.
Bi hovane êrîş dikin
Fethullah Huseyni, li ser armanca êrîşên li dijî rojnamegeran jî rawestiya û ev agahî dan: “Tirkiye ji her tiştî ditirse. Ji ber vê yekê her tiştî dike armanc. Rojnamevan, sivîl, siyasetmedar û hemû beşan dike armanc. Lê niha rojnamevanên ku li ser karê xwe kir armanc pir xeter e. Divê li dijî vê yekê hemû parazvanên mafên mirovan û saziyên rojnamevanan ên navdewletî dengê xwe bilind bikin. Tirkiye cudahiyê naxe navberê û êrîş dike. Tirkiye dagirker e û hovane êrîşî rojnamevanan dike.”
PDK rê li pêşiya êrîşan vedike
Fethullah Huseynî li ser hevkariya di navbera Enqere û Hewlerê de jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Di navbera Enqere, Hewler û Bexdeyê de rêkeftin, peyman û tifaqek heye. Eger helwestkek PDK’ê li dijî Tirkiyeyê hebûya, dê rojnamevan li Şengal, Mexmûr, Silêmaniyê û deverên din ên li Başûr nehatina qetilkirin. Ji ber PDK helwestê nîşan nade û hevkariya Tirkiyeyê dike, her wiha tifaqê bi Tirkiyeyê re dike, êrîşên li ser başûr zêdetir bûne. Eger hikûmeta Başûr helwestek xurt nîşan dabûya, dikarûbû rayedarên Bexdê jî serwest bikin û li dijî Tirkiyeyê bikin xwedî helwest. Ji ber partî û saziyên kurdan ne xwedî yek helwest in û yekitiyekê pêş naxin, ev dibe sedem ku Tirkiye bi hêzanî êrîş bike.”
Metirsiyek mezin heye
Huseynî, da zanîn ku bi taybetî piştî Bexda daxwazên Tirkiyeyê erê kirin û qada hewayî li Tirkiyeyê vekir û axa xwe jî Tirkiyeyê re vekir, Tirkiye rojane êrîş dike û wiha pêde çû: “Ji ber helwesta hikûmeta Başûr û Bexdayê dihêle ku Tirkiye rojane êrîş bike, gundan bişewitîne û vala bike. Ev metirsiyek mezin e. Ku ev bêhelwestî bidome, metirsiyek mezin heye ku hemû gund vala bibin û herêm bibe çolistan. Dê li herêma başûrê Kurdistanê demografiya herêmê bê guhertin. Niha herêm bi temamî kurd in. Lê ku êrîşên Tirkiyeyê bidomin dê demografî bê guhertin. Ev jî talûke ye.”
Fethullah Huseynî li ser armanca valakirina gundan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Tirkiye li çar parçeyê Kurdistanê dijminantiya gelê kurd dike. Kurd li ku be êrîş dike. Li dijî kurdan komkujiyê pêk tîne. Li dijî vê yekê helwestek kurdî û yekîtiyek kurd lazim e. Em dibînin ku hilbijartinek li pêş hikûmeta Başûr e. Lê êdî welatî qîmetê nadin hilbijartinê. Gel piştgiriyê nadin hilbijartinê. PDK li gorî berjewendiyên xwe dixwaze herêm vala bibe û demografiya herêmê bê guhertin. Hikûmeta PDK’ê dixwaze hilbijartin pêk neyê. Ji ber ku dê hilbijartin ne li gorî berjewendiyên PDK’ê bin.”
Fethullah ji bo dawî li dagirkerî û hevkariyê bê, bal kişand ser helwesta gelê kurd û rêxistinên kurdan û wiha bi dawî kir: “Ev helwesta gelê kurd û partiyên kurdan têr nake. Heta niha tenê YNK’ê helwestek nîşan daye. PDK hevkariyê dike. Bi Tirkiyeyê re peyman çêkiriye. Partiyên îslamî bêhelwest in. Dîsa beşên din li dijî dagirkirinê bêhelwest in. Tenê helwesta gel têrê nake. Divê hêzên siyasî û civakî jî yekrêziyê nîşan bidin û helwestek hevpar nîşan bidin. Xeteriyek mezin heye.”