29 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermendê neteweyî: Hesen Zîrek

Hunermendê navdar Hesen Zîrek di jiyana xwe de ji bo hunera kurdî xizmetên giranbûha kir. Berhemên ku bi hesên kûr afirand di roja me ya îro de ji ser zimanan nakeve. Sirûda Ey Niştiman ji bo neteweya kurd her tiştî vedibêj e

Di despêkêde di şexsê Hesen Zîrek de em keseyatên ku ji bo gelê kurd gelek tiştên baş kirine û mohra xwe li dîrokê xistine bi hurmet, rêzdarî û minetdarî bi bîr bînin. Me xwest bi sirûd û strana “Ey Niştiman” em bi jiyan û serpêhatiya hunermendê hêja Hesen Zîrek ve dakevin. Ev sirûda bi bandor mirov dibe dîrokê û careke din tîne roja îro. Ez bawerim kurdekî xwenas ê ku ev stran guhdar nekiribe tune ye. Armanc ew e ku kesayetên ji bu gel û neteweya xwe tiştekî bi çûk û mezin kiribin ji bîr nekin, bi bîr bînin û nedin jibîrkirin. Ev yek jî pêywira me ya kedkarên medya û çapeminiyê ye. Belê yek ji van kesayetên ku rûpelên dîrokê neqişandiye hunermendê navdar Hesen Zîrek e.

Heke em bi jiyana Hesen Zîrek dakevin dê baştir bê fêhmkirin ku bê hunermendekî kurd ji bo gelê xwe çi kiriye. Hesen Zîrek di sala 1921an de li bajarê Bokanê ji dayik dibe. Nasnavê wî Zîrek e.  Hê Zîrek zarok e, bavê wî jiyana xwe ji dest dide û di wî temenê bi çûk de toqa malê dikeve stûyê wî. Piştî demekê dayika wî dizewice û Zîrek jî aware û derbider dibe. Lê neçare ku bi tena serê xwe dikaribe li ser piyan bisekine. Ew di 8-9 saliya xwe de dest bi karkeriyê dike. Di temenê dazdeh saliya xwe de dîsa vedigere gundê.

Gund bi gund digere

Piştî demekê careke din serê xwe hildide û ji gund derdikeve.  Ew qas dem nabore ku li Rojhilatê Kurdistanê gund bi gund digere. Çi kar be dike û hewl dide xwe li ser piyan bigire. Lê jibe Zîrekiya xwe ji aliyê her kesî ve jî tê hezkirin. Her wiha demekê li cem axayekî jî dixebite û parêzvaniya wî dike. Lê rojekê rûdinê û bi xwe difikire û dibêje: “Xulamtiya axayan, şêlandin, talankirin, azar û eziyetkirina gel ne karekî mirovî û ne jî camêrî ye.” Lewre dest ji wî karî berdide û çeka axa dide wî. Ê dema ku mirov bixwaze bixebit dê kar jî hebe. Zîrek jî ji kar û xebatan ne aciz e  û dixwaze bixebit e. Li gorî Kovara Sirwe, hejmara 139an; Ew dibe şagirtê şofêr. Lê ji bextreşiyê di navbera Seqiz û Baneyê de bi maşînê li ciwanekî dide û ciwan jiyana xwe ji dest dide, Zîrek jî ji tirsan direve.

Dengbêjiya Zîrek jî dest pê dike

Ji ber vê buyer û serpêhatiyê careke din Zîrek diteriqe. Dîsa Zîrek sergêj dibe û bajar bi bajar û gund bi gund digere heta ku vê carê digihîje başûrê Kurdistanê û diçe bajarê Silêmaniyê. Paşê bajar bi bajar heta Bexdayê diçe û li wir li Meyxaneya Bakurê Mezin (Şimalê-Elkebîr) dest bi xebatê dike. Ew hem dixebite û hem jî ji xwe re distrê û gel ji dengê wî hez dike û alîkariya wî dike. Bi vê kêliyê êdî dengbêjiya Zîrek jî dest pê dike. Mirov dikare bêje pêlekana yekemîn a navdêriya wî û xizmeta ji hunera kurdî re ye. Dibe destpêkek di jiyana wî ya hunerî de.

Êdî hunermendiya kurdî nas dike û xwe di nav de dibîne. Zîrek êdî bi awayekî ji xwe bawer dest bi xebatên hunerî dike. Zîrek di sala 1953yan de bi alîkariya Neşet Ebdurehman, Hemey Derwêş Kerîm, Selah û bi alîkariya Adil Îrfan li Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û mehê bi şeş dînaran çar bernameyên sitranbêjiyê pêşkêş dike. Ew bi qasî pênc salan li Radyoya Bexdayê beşa kurdî dixebite.

Hesreta Bokanê

Ligel vê yekê jî hesreta warê wî yanî Bokan der di dilê wî de ye. Di sala 1958an de ji Iraqê careke din berê xwe dide warê xwe û vedigere bajarê Bokanê. Piştî demekê diçe Radyoya Mehabadê di beşa kurdî de dixebite. Paşê jî wî dişînin Beşa kurdî ya Radyoya Tehranê û ew li wir gelek berhemên hêja tomar dike. Li gori Kovara Sirwe; Zîrek li wir bi Mîdya Xanima Zendî re dizewice. Mîdya Xanim li ser vê yekê wiha dibêje: “Baş tê bîra min di sala 1958an de dema ku ez li mala bavê xwe keç bûm, Zîrek hate mala me. Hê nû bernameya kurdî hatibû damezirandin. Pêwîst bû ku di bernameyeke bi kurdî de jineke kurd jî qise bikikra. Ez bi xwe kurd bûm û li Tehranê dijiyam. Ligel ku ez hê biçûk bûm û diçûm pola nehem, dîsa jî ez bi Zîrek re çûm radyoyê û bi vî awayî ew bû sedem ku min li wir dest bi kar kir. Piştî mehekê ez bi wî re zewicîm. Berhemên wê jiyanê du keç bûn. Sakar û Arezû. Piştî dawetê wan Zîrek şand Radyoya Kirmanşanê. Wî li wir gelek stranên nadir û awazên hêja tomar kirin.”

Pirtûka “Çirîkey Kurdistan” dinivîs e

Belê wekî navê xwe Zîrek e. Hesen Zîrek tenê stranan tomar nake û nastrê di heman demê de di sala 1966an de pirtûkeke bi navê “Çirîkey Kurdistan” dinivîse ku jiyana xwe vedihûne û şanzdeh stranên xwe jî tê de dinivîse. Ferîdûnê Muradî yê kirmanşanî notayên sitranên wî dinivîse û Dr. Mihemed Sidîqê Muftîzade jî pêşekekê jê re dinivîse. Ew pirtûk bi alîkariya Mîdya Xanima hevsera wî tê amadekirin û tê bilêvkirin.

Her tim jiyan li gorî daxwazên mirovan pêş nakeve. Hin caran mirov texmîn jî nake ku dê tiştekî çawa derkeve pêşberî mirov. Ji bo Hesen Zîrek jî rewş diguher e. Zîrek di sala 1967an de diçe Silêmaniyê û bi armanca tomarkirina sitranan diçe Radyoya Bexdayê lê sitranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Piştî şeş mehan wî teslîmî Îranê dikin. Piştî wê ji hevsera xwe Mîdya Xanima Zendî cuda dibe û zarokan jî dide wê.

‘Hunerê tu fêdeyek neda min’

Jiyan herikbar û guherbar e. Tiştek li gorî dilê mirovan nabe. Dem û dewran diguhere, êş û azad zêde dibin. Mirov ji rewş û halê xwe ne bextewar dibin. Dema şert û merc biguherin li gorî herikînê divê mirov jî teşe bide jiyana xwe. Zîrek jî di havîna sala 1968an de li nêzîkî bajarê Bane li ‘Kanî Mela Ehmed’ çayxaneyekê ava dike û dixebite. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû Rabîeyê re dijî. Ew jiyaneke nexweş derbas dikin. Zîrek di kaseteke ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye de dibêje: “Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş heye. Eger hûn bên û bibînin, hûnê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez kurd im û bi zimanê kurdî qise dikim.”

Koça dawî û nemirî!

Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama sitrangotinê dibe hedefa êrîşa polîsan. Lewre bar dike û diçe Şinoyê. Birayê wî li ser wê rewşa wî wiha dibêje: “Ew nexweş bû, li Tewrêzê Dr.Yar Mihemedî ew emeliyat kir. Dr. ji me re negot, ji hevalên me re gotibû ku nexweşiya wî penceşêra kezebê ye. Piştî du mehan koça dawî kir.” Hesen Zîrek di roja 28 Hezîranê de (li gorî hin çavkaniyan ev dîrok 26 e û li gorî hinekan jî 24 e) sala 1972yan de koça dawî kir, nemir bû û xatir ji vê cîhana gewrik xwast. Zîrek stranên xwe yên xweş li ser zimanê me û dengê xwe yî xweş jî di guhê me de hişt. Li ser wasiyeta wî piştî mirinê wî li Çiyayê Naleşikên ê Bokanê vedişêrin.

Hin ji berhemên wî

Ey Nîştiman, Nesrîn Emrim Bihare, Disan shew hat, Yallah Şofer, Wek qumrî, Lorkê, Ketane, Heynar, Kabûkê, Leyla, Dogma dexe, Kermashan shari shirinm, Aman doktor, Be doktor dawa û darman, Ho layli, Naleshkena, Male babm nasrin, Datrsm bmrem, Kewyar, Asmar, Nazdar Nazdar… hin ji stranên wî yên herî navdar in.

Berhemên navdar afirand

Hunermend Hesen Zîrek 83 stran li Radyoya Kirmaşanê tomar kir û tê gotin ku Zîrek di wan du salên ku li Kirmaşanê derbas bûye bi rêya orkestraya Kirmaşanê baştirîn stranên xwe tomar kirine. Hesen Zîrek ku di tevahiya jiyana xwe de rastî zehmetiyên mezin û kêmasiyên aborî hat, hezar û 500 stran straye.

Hin stranên wî yên hatine dizîn

Sirûda “Ey Niştiman” ku ji aliyê Zîrek ve ji bo Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye çêkirin, bi “Li Kevirê Enqereyê Binêre” hat guhertin û tehrîfkirin. Strana “Yallah Şofêr” ji aliyê Îbrahîm Tatlises ve bêyî ku çavkaniyê bide wergerandin tirkî. Çavt Civane Leyla (bi tirkî Çavuş Kızı Leyla) û Nesrîn Emrim Bihare (bi tirkî Aglama Yar Aglama) çend berhemên wî ne ku ji aliyê hin hunermendê di xizmeta muzîka tirkî de wekî ku wan çêkiribin û bêyî ku çavkaniyê nîşan bidin dizîn e.