Texrîbata ku şaredarên AKP û qeyûman li pey xwe hiştine roj bi roj zelaltir derdikevin holê ku çawa naveroka hemû saziyên çand û perwerdeyê yên girêdayî şaredariyan vala kirine û talan kirine.
Berê jî her kesî digot qeyûman naveroka hemû saziyan vala kiriye û di warê bêrêtî û diziyê de gelek nûçe dihatin servîskirin lê bi rastî jî dîtin û gotin nabe wek hev. Piştî hilbijartinên 31’ê adarê ku gel şaredariyên xwe dîsa ji destê qeyûman derxistin û rêveberiyê xwe bicih kirin nû şop û bermayên qeyûman derketin holê û texrîbata ku li şûna xwe hiştine berbiçav û beloq derdikeve holê.
Ji bilî deynên ku li pey xwe hiştine ji bilî arsa û milkên şaredariyan ên ku firotine, saziyên ku berê bi kedeke mezin hatine avakirin jî naveroka wan hatiye valakirin. Ne tenê naveroka wan saziyan vala kirine lê hundirê wan jî vala kirine û hundir bûye bi qurbana derve.
Van rojan ez bi komisyona çanp û perwerdeyê re çûn serdana 3 saziyên girêdayî şaredariya Rezan a Amedê. Em nava saziya Ferzend Kemanger, Solîn 1 û Solîn 2 geriyan. Ew saziyên ku berê bi sedan xwendekar û zarokên taxê li wan ders û atîvîteyên cuda didîtin niha vik,î vala kirine û tenê bi tiştekî dagirtine. Ew sazî bi personelan dagirtine. Her odeyekî wan saziyan 4-5 personel û xebatkar li wir bicih kirine û wiha xuyaye ku li hesabê wan jî tê ku ji sibê heta êvarê li wir çayê û qehweya xwe vexun û dawiya mehê pereyên xwe bixin bêrîka xwe.
Naveroka saziyan vala kirine
Xwezî tena wiha bûya gelek ji wan jî qet riya xwe bi wan saziyan naxin û li deverên din dixebitin lê wekjî personelên wan saziyan tên dîtin û maaşê xwe ji wir digirin.
Saziya Ferzend Kemanger ku berê jin û zarokên taxê ji hawizê wê sûd digirtin û kesên wan taxan ji xwe firsenda wan ku biçin ger û seyranê û tatîlan bikin tune bû, bi saya vê saziyê ji xwe re dihatin diketin hawuzê wê û xwe hênik dikirin. Lê çavên qeyûman bar nebû ku wê xizmetê jî bikin û ew hawuzê delal bê av hiştine dibêjin ji ber hin aletên wê xera bûne nikarin bixebitînin.
Wiha jî beşa mûzîkê ku berê bi dehan kursê gîtar, tembûr û erbaneyê didan niha gelek ji wan beşan rawestandine û tenê li odeyekê dersê quranê didin zarokan.
Odeyeke din jî bala me kişand ew bû ku odeyek kirine qaşo kursa kuaforê. Textikek bi dîwar vekirine û çend dermanên ku di por û rûyan didin danîne wirê, qaşo li wir kursa kuaforiyê didin.
Tu li dîwarê wan saziyan dinêrî tu dibêjî qey dîwarê taxa dînan e kî hatiye ji xwe re xêzek lê daye. Li erda wê dinêrî ji qirêjê dilê te qîbil nade tu derbasî wan odeyan bibî. Hingî ku deriyê wan odeyan girtî mane dema tu dikevî odeyekê bêhna te diçike.
Bi rastî jî wekî malê talanê li wan saziyan kirine. Wekî kirêciyekî cir nexweş ku bikeve malekê û piştî derkeve xwediyê xanî bibîne ku mala wî çiqasî wêran kiriye. Xuyaye ew hestê ku ew ne xwediyê malê ne ji pêşî de li ba wan hebûye. Dema mirov bala xwe dide hundirê wan saziyan mirov ferq dike ku yek qirûşek mesref li wan nehatiye kirin. di van 8 salên dawî de tenê bi personelên alîgirên xwe dagirtine û meaşan didin wan, wekî din tu xizmetek nekirine.
Gelek ked û xebat lazim e
Ji bo ku ev sazî bikaribin bi naverokeke baş û xurt dîsa xizmeta xelkê vê navçeyê bikin gelek kar û xebatên cidî lazim in. Di serî de divê ji nû ve werin birêxistinkirin, pakkirin û bi rêk û pêk kirin. Bi rastî jî texrîbatên ku bûne gelekî mezin in lê ez bihêvî me ku dê ew sazî di demeke kurt de dîsa xizmeta xelkê xwe bi rengekî hêjayî helwest û daxwaza vê xelkê bike. Ev gel bi rastî jî hêjayî hemû tiştên xweş û xweşik e.