Di nava xekê Rojhilata Navîn de û herî zêde jî li ba kurdan adeteke wiha heye; dema mirovekî karekî ji te re dike û tu jê dipirsî ka li hemberî wî ez çi bidim te, dibêje hema tu û wijdanê xwe.
Du aliyê vê hişmendî û gotinê hene yek jê ew e ku baweriya kurdan bi wijdan heye û dema bêje tu û wijdanê xwe wê kesên li hember keda wê nexun û belkî zêdeyî heqê wî jî bidin.
Hinek jî vê yekê bi qurnazî pêk tînin û dibêjin ez ê bêjim tu û wijdanê xwe heke kêm da min ezê bêjim heqê min ji wiha zêdetire lê heke zêdeyî hewê min da ji xwe ez dengê xwe nakim.
Îca mesela me û vê pêvajoya nû jî hinekî wiha ye, karê ku dikeve ser milê me em ê bikin îca li hemberî wê yekê ew dê çiqasî bi wijdan tevbigerin ew nayê zanîn.
Di vî warî de hin metirsî hene ku bêwijdanî were kirin.
Niha bi sedhezaran kesên ji berdewamkirina vî şerî kurtêlan dixun hene loma ew naxwazin aştî pêk were.
Ew kesên kurtêlxur û xwînmij hemû rastiyan berevajî dikin ji bo ev pêvajo jî têk biçe.
Wekî mînak min nivîsa nivîskarekî ji wan kurtêlxurên tirk xwend digot hin aliyên kurd banga aştî û çareseriyê ya serokê PKKê qebûl nakin. Behsa Mazlûm Abdî û Îlham Ahmed dikir. Tevî ku baş dizane Mazlûm Abdî serokê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ye bi israr wî wekî serokê YPGê binav dikir. Tevî ku baş dizane Îlham Ahmed jî berpirsa karên derve ya Meclisa Sûriya Demokratîk e bi israr wê wekî berpirsa YPGê binav dikir.
Dixwest bêje ku vaye beşek ji PKKê ango YPGê vê bangê nas nake.
Îca ji bo nebêje MSD û HSD, digot YPG ji bo bêje vaye li gorî bangê tevnagerin.
Ji derd û kulê wan ew e ku hemû kurd û bi taybetî yên Rojava bê parastin bimînin.
Her kes dizane û ew kurtêlxur bixwe jî dizane ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê û tevgereke cuda ye, hevkarê Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞê ye.
Ji xwe ji ber ku ew tevger hevkarê Koalisyona Navnetewî ye ew kurtêlxur naxwaze bêje HSD navê wê diguhere û dike YPGê.
Îca tiştê diket ser milê aliyê kurd hat kirin û bangeke dîrokî ji bo bidawîkirina şer û çareseriyeke demokratîk hat kirin. Niha jî dora dewletê ye divê gavên berbiçav û wêrek werin avêtin da ku pêvajoyeke rast û bi encamên xweş derkeve holê.
Ne tenê ji bo kurdan heke aştiyeke birûmet û çareseriyeke demokratîk pêk were dê her kes sûdê jê bigire û ne tenê pirsgirêka kurd dê pirsgirêka aborî jî çareser bibe.
De vêca her kes û wijdanê xwe xwezî hûn jî wek kurdan bi wijdan bûna bila ev taximê diranê min jî tunebûna.
Tiştê herî ecêb û mirov matmayî dihêle hin kurdên ku heta niha ji bo kurdîtiyê bi qasî qirşikekî tiştek nekiriye îro dibêje ev çi ye wele em qebûl nakin wê çawa kurd çekan deynin.
Piraniya wan kesan jî bi salane ku dest ji welatê xwe berdane û ji bo doza gelê kurd kevir danîne ser kevirekî.
Madem tu ewqasî mêrxas bû te çima şer nekir, te çima dest ji welatê xwe berda û tu çû li pey kulûjên Ewropayê ket.
Ji bo van kesên ku 40 salan şer kirin, bi dehezaran canê xwe gorî kirin, bi sedhezaran ketin zindanan, te yek carekê yek rojekê bi qasî serê derziyê alîkariya wan kir gelo?
Bila berpirsiyariya dîrokî ya encamên vê hewldanê dîsa para me û bila wiskî û çokolataya Ewropayê jî para we be. Her kes û wijdanê xwe birako…