27 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hûn dizanin ku her roj balafirên şer ji Amedê radibin?

Her roj balafirên şer ji Amedê radibin û berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Gelo di vê pêvajoyê de çima ev balafir radibin. Xizmeta kê û çi dikin? 

Dema mirov ker û kor be gelek rastiyan nabîne. Lê eger mirov nastiyan nebîne û nebihîze, ew rastî tune nabin. Ew rastî her dem hene û ew heqîqetek e. Em bixwazin jî û nexwazin jî ew rastî her heye. Heta ku ew rastî hebe jî çi erênî û çi neyînî dê her dem bandora xwe li derdora xwe bike.

Îro li Kurdistanê gelek rastî tên veşartin. Medya tirk çavê xwe ji gelek rastiyan re digire. Guhê xwe ji gelek rastiyan re digire. Naxwaze gelê tirk vê rastiyê zanibe. Ji ber ku dema rastî bê ronîkirin û dîtin, dê li dijî vê yekê bertek, nerazibû û daxwaz jî çê bibin. Yek ji van rastiyan jî li ruxmê PKKê xwe fesix kiriye û çek şewitandine jî dîsa her roj balafirên şer ji Amedê radibin û berê xwe didin çiyayên Kurdistanê.

Her roj balafirên şer radibin

Balafirên şer, xizmeta şer dikin. Mirovan dikujin û xwezayê talan dikin. Heta niha bi sed hezaran mirov di êrîşên balafirên şer de jiyana xwe ji dest dane. Tenê di 2yemîn şerê cihanê yê sala 1945an de, di êrîşa balafirên şer ên li dijî bajarê Tokyoyê de nêzî 185 hezar mirov hatin kuştin. 275 balafirên şer ên B-29 yên DYAyê Tokyo bombebaran kir. Di êrîşa hewayî de 185 hezar mirov hatin kuştin.

Lê bi dehan salan e her roj balafirên şer ji Amedê radibin û çiyayên Kurdistanê bambe dikin ev nayê dîtin û nakevin qeydan. Çima gelo?

Gelo çima hemû rastî nakevin qeydan. Çima hemû rastî nayên dîtin, bihîstin û nivîsandin. An eger dikevin qeydan çima bi raya giştî re nayê parvekirin.

Îro hemû dinya alem dizane ku PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abulluh Ocalan xwe fesix kir. Biryar da ku êdî çekan bikar neîne. Li pêş çavê hemû cîhanê di 11ê Tîrmehê de çek şewitandin.

Eger PKKê biryar da ku dest ji şerê çekdarî berdide û dê di siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe berdewam bike, çima her roj artêşa tirk çiyayê Kurdistanê bombe dike. Çima her roj balafirên şer ji Amedê radibin?

Eger Dewlet Bahçelî xwest PKK xwe fesix bike û çekan daîne û PKKê jî çek danî, çima bang li artêşa tirk nake ku dest ji êrîşên hewayî û bejayî berde.

Piştî PKKê xwe fesix kir û çek şewitandin, em her roj li Amedê dibînin û dibihîzin ku her roj 2-3 balafirên şer rojê 3-4 caran li ser hev radibin. Her roj balefgirên şer ji Amedê radibin û berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Gelo diçin ku bombe dikin. Diçin keşifa çi dikin? Gelo ew qas pereyên lêçûna balafirên şer ji ku tê. Gelo çima tu kes vê rastiyê rabîne. Çima kes dengê van balafirên şer nabihîze. Çima çapemenî vê rastiyê nabîne û çima li gel ku şer tune firîna balafirên şer bala çapemeniyê nakişîne? Çima Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Başurê Kurdistanê destûrê dide Tirkiyeyê ku balafirên şer ên Tirkiyeyê sînorê wê yê ezmanî îhlal bike.

Li gorî rapora Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) balafirên şer di tîrmehê de, li xaka Başûrê Kurdistanê herî kêm 18 caran êriş kiriye.

Di 7ê gulanê de balafirên şer ên Tirkiyeyê li gel ragihandina agirbestê ya PKKê jî dîsa herêma Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir.

Di 10 û 15ê Nîsanê de Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Xastuwî ya ser bi parêzgeha Dihokê û çiyayê Bêxêr ya Şêxanê bombebaran kir.

Tenê ev çend dane yên ku ketine qeydan. Lê bi sedan bûyerên êrîş û bombekirina balafirên şer ên dewleta  tirk neketine qeydan hene.

Eger îro Komisyon li meclisê hatibe avakirin û komîsyon armanc dike ku pirsgirêkê çareser bike, çima çav û guhê xwe ji van balafirên şer re digire. Çawa dikare di bin dengê balafirên şer de xizmeta aştiyê bike. Divê êdî her kes vê rastiyê bibîne û bîne ziman. Heta ku hemû gelê Tirkiyeyê ji hemû rastiyan agahdar nebe, dê çareserî pêş nekeve.