Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku duh hatibûn binçavkirin, piştî li midûriyeta polîsan îfade dan serbest hatin berdan. Duh komek xwendekar, li dijî kuştina zarokekî 15 salî yê di nava zanîngehê de û neewlebûna zanîngehê xwestin çalakiyê li dar bixin. Polîsan bi îşkenceyê 8 jê jin 20 xwendekar binçav kiribûn. Xwendekarên ku li Midûriyeta Polîsan a Wanê îfade dan, hatin berdan. Polîsan bi sûcê “Muxalefetiya li dijî qanûna bi hejmara 2911an” û “dijderketina polîsan” 20 xwendekar binçav kirin. Polîsan li midûriyetê pirsên weke “Hûn çima beşdarî çalakiyê bûn?”, “Kê ji we re got ku hûn beşdar bibin?”, û “Hûn çawa ji çalakiyê agahdar bûn?” ji xwendekaran pirsîn.
Piştî li midûriyeta polîsan îfade hatin girtin, xwendekar ji bo kontrola tendirûsitiyê birin nexweşxaneyê û li wir hatin berdan.
