Carekê gundiyek ji xwe re dadikeve bajêr da ku hin hewcedariyên mala xwe bikire. Mirovî gundî di ber megazayeke mezin re derbas dibe û dikeve nava magazayê. Dibîne ku gelek tiştên ecêb di wê dikanê de hene lê nizane ew çi difiroşin. Li Megazeyê 2 mirov li hemberî hev rûniştinê û ji xwe re sohbetê dikin. Zilamê gundî ji wan her du kesan re dibêje: “Selamû elêkum.”
Ew jî silava wî vedigerînin û dibêjin eleykum selam.
Mirovê gundî dibêje: “Pirs ne şerme gelo hûn çi li vir difiroşin?”
Xwediyê dikanê kenê xwe pê dike ji hevalê xwe re çav dişkîne û dibêje: “Em keran difiroşin.”
Mirovê gundî jî ferq dike ku ew kenê xwe pê dikin radibe wiha bersiva xwediyê dikanê dide û dibêje: “Ma ji bilî we kerek din heye yan hûn her du tenê ne.”