Li gorî nûçeya ANHAyê ku agahiyan ji çavkaniyên xwe Şamê wergirtiye; endamên HTŞê îro taxa Zorava ku piraniya şêniyên wê kurd in, dorpêç kirine û piştre jî bi ser gelek malan de girtine.
Hat ragihandin ku endamên HTŞê destpêkê li derdorê gule reşandine, piştre jî bi ser malan de girtine û mal hatine talankirin û heqaret li endamên malbatan hatine kirin.
Piştî serdagirtinan hêzên êrîşkar ji taxê vekişiyane, lê rewşa aloz hîn didome.
Taxa Zorava ya Şamê, piranî ji kurdan pêk tê. Dema ku rejîma Baas di sala 1963yan de plana “Kemera Erebî” da destpêkirin, sed hezaran kurdên li rojavayê Kurdistanê bi darê zorê dan koçberkirin. Beşek ji wan kurdên hatine koçberkirin jî, li taxa Zorava bicîh bûn.