12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

HTŞê 3 xebatkarên Heyva Sor revandin

Heyva Sor a Kurd ragihand ku endamên HTŞê yên girêdayî hikumeta demkî 3 endamên wan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê revandin.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa ragihand ku piştî ku peywendî bi 3 endamên Heyva Sor a Kurd re li taxa Şêxmeqsûd qut bû, hate diyarkirin ku ew ji aliyê çeteyên çeteyên hikumeta demkî ve hatine revandin. Dilgeş Îsa, anî ziman ku çeteyên hikumeta demkî her 2 endamên wan; Ebdurehman Mihemed û Ramî Hisên Elî û ajokarê ambulansê Yûsif Henan Hikmo revandine û ew birine cihekî nenas. Dilgeş Îsa diyar kir ku ew hewlên xwe bi Xaça Sor a Navneteweyî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî re dikin ku zextê li hikumeta demkî bikin, da ku endamên wan berdin.

Bi vê kiryarê, hikumeta demkî hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên der barê ewlehiya endamên bijîşkî û xebatkarên mirovî bin pê kirin.