Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îro operasyoneke ewlehiyê ya berfireh û koordînekirî li bajarê Reqayê dane destpêkirin. HSDê ragihand ku operasyon bi desteka Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên DAIŞê hatiye destpêkirin.
HSDê destnîşan kir ku operasyon di çarçoveya berdewamkirina mîsyona wê ya domdar ya şerê li dijî terorê heta qedandina wê ya bi temamî de hatiye destpêkirin. HSDê da zanîn ku piştî bidawîbûna kontrokirina cihên şaneyên DAIŞê û jiholêrakirina gefan bi temamî dê agahiyên zêdetir li ser operasyonê parve bike.
