7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSDê li Reqayê 18 DAIŞî girt

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona hêzên wan de li Reqayê 18 çeteyên DAIŞê girtine

Operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li dijî şaneyên DAIŞê berdewam in. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê operasyona dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HSDê di daxuyaniyê de wiha got: “Di vê pevajoya dawî de, DAIŞê ji tevliheviya rewşa Sûriyeyê sûd wergirt, hem li devera herêma Çolistanî (Badiye) û hem jî li deverên din gelek cebilxane û derfet xistin destê xwe. Yek ji van deveran Reqa û gundewarên wê bû. Ji ber vê yekê, şevê din (21 Kanûna 2024an) hêzên me û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Reqayê li dijî şaneyên DAIŞê operasyonek hevbeş pêk anîn. Di operasyonê de 18 çeteyên DAIŞê û kesên gumanên tevkariya wan a bi DAIŞê re hene, hatin girtin.”