Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê teqîna danê sibehê de li Hesekê pêk hatibû daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HSD’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Îro di danê sibehê saet di 10.45’an de li Taxa Kelase ya Hesekê bombeyeke di wesayîtê de teqiya. Di encama teqînê de şervanekî me û 2 jin ku ji wan yek jê 70 salî bû birîndar bûn. Yekîneyên me yên taybet têkildarî teqînê lêpirsîn dan destpêkirin.”