17 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Şam peymanan binpê dike

HSDê ragihand ku Şam peymana der barê Dêr Hafirê û Meskeneyê de binpê dike û diyar kir ku ev binpêkirin fikarek mezin çêdike.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyand ku hêzên Şamê peymana ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî der barê bajarên Dêr Hafir û Meskene yên rojhilatê Helebê de hatine çêkirin, binpê dike. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hatibû lihevkirin ku piştî vekişîna hêzên me, hêzên Şamê derbasî bajarên Dêr Hafir û Meskenê yên rojhilatê Helebê bibin. Lê Şamê bendên lihevkirinê binpê kirin û beriya temambûna vekişîna hêzên me, derbasî her du bajaran bû. Ev yek rewşeke xeternak çêdike. Li ser vê yekê em bang li hêzên navneteweyî yên navbeynkarên lihevkirinê dikin ku tavilê destwerdanê bikin da ku rewş aloztir nebe.”

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî duh ragihandibû ku bi riya hêzên mitefîk û navbeynkar biryara vekişîne ji rojhilatê Helebê dane. HSDê di çarçoveya pêkanîna biryarê de, ji herêma pevçûnan a rojhilatê Helebê vedikişe û li herêma rojhilatê Firatê bi cih dibe.