9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Ruhê 1ê Mijdarê zindî bikin

Fermandariya HSDê bi daxuyaniyekê bang li tevahî gelên herêma Rojhilata Navîn, cîhanê, hevalbend, şoreşger, mirovên demokrat û azadîxwaz kir ku ruhê 1ê Mijdarê zindî bikin.

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) der barê êrîş û gefên dawî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li dijî Kobanê daxuyaniyek da.

HSDê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Sûriye êdî derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi hilweşandina desthilata Baasê re gelek valatî li herêmê çêbûn. Êdî rêveberiya Şamê dest guhert û ne diyar e wê pêşeroja Sûriyê çawa were xêzkirin. Dewleta Tirk a dagirker ku bi salane êrîşî herêma me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, ji van valatiyên heyî sûd wergirt û berê çeteyên xwe da bajarê Minbicê. Bêguman dagirkeriya tirk bi hemû hêza xwe ya hewayî û ne yekser jî be, bi awayek veşartî bejayî cihê xwe di nava vê êrîşa dagirkeriyê de girt. Bi vê dagirkeriya xwe re berê xwe da Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê, anku xwest berê xwe bide Kobanê. Li vir şerên pir dijwar rû dan. Dagirkeriya tirk bi hemû teknîka xwe bi ser şervanên me de hat. Lê piştî 5 rojan û di encama berxwedana mezin a şervanên me, ev êrîş tevahî hatin şikandin.”

‘Dewleta Tirk rojane êrîş dike’

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Bêguman dagirkeriya tirk ranaweste û niha plan dike êrîşî bajarê Kobanê bike. Heta plana wê ew e ku tevahî xaka Sûriyeyê îlhaq û dagir bike. Ji bo wê jî niha di serî de Kobanê li seranserî herêmê hêjmarek mezin leşker û çeteyên xwe, tevî çekên giran di rewşeke amade de girtiye. Her wiha bi awayekî rojane êrîş dike û gefan dixwe. Cîhan tevahî dizane wek HSDê bi hemû meclisên xwe, em hêzeke rewa ne û me li dijî DAIŞê şerekî pir dijwar da meşandin û heta niha ev têkoşîna me didome. Dinya tevahî ev serkeftina me ya li hember DAIŞê pîroz kir. Lê mixabin ku li cihê me DAIŞ têk biriye, îro Dewleta Tirk wekî ku tola DAIŞê rake, êrîşî wan deveran dike. Her kes dizane DAIŞ destpêkê li Kobanê têk çû. Şikandina xwe ya yekemîn li wir xwar. Anku li Kobanê ji bo azadiya gelê kurd û tevahî gelên herêmê, heta ji bo parastina tevahî cîhanê ji metirsiya DAIŞ’ê, rûmeta mirovahiyê hat parastin.”

‘Dê şervanên me ders bidin Erdogan û çeteyên wî’

HSDê gotina Erdogan ya ‘Kobanê ket, vaye wê bikeve’ bi bîr xist û got: “Berê çeteyên xwe didin Kobanê. Em wek HSD bi biryarin, em ê heta dawî li hemberî van êrîşan rawestin. Çawa ku Kobanê bû destpêka tunekirina DAIŞê, ew ê ji bo Erdogan û çeteyên wî jî bibe destpêka têkçûnê. Şervanên azadiyê û gelê me yê Kobanê yê birûmet wê dersek dîrokî bidin Erdogan û çeteyên wî. Ji bo wê di serî de ciwanên Kurd û Ereb divê tevahî gelê herêmê van xeteriyan bibîne û ji bo mezinkirina berxwedana rûmetê, cihê xwe di nava HSDê de bigrin. Ev dem ew dem e ku divê ciwan ref bi ref biherikin nava HSDê. Heger em dixwazin malbatên me û gelê me bi aramî li ser axa xwe bi rûmet jiyan bike, wê demê divê em bi lezgînî beşdarî nava refên HSDê bibin. Bi vê sekna xwe ya berxwedêr em ê karibin jiyana azad û bi ewle misoger bikin.”

‘HSD dê roleke sereke bilîze’

HSD di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi qasî ku gelê me li her bajarî tax û kolanên xwe biparêze, wê ewqasî bibe palpişt ji bo hêza xwe ya parastinê. Ji bo wê divê gelê me bi ruhê seferberiyê tev bigere û hemû jiyana xwe li gorî rastiya vî şerî dijwar rêk û pêk bike. Wek Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) em bang li tevahî gelên herêma Rojhilata Navîn, cîhanê, hevalbend, şoreşger, mirovên demokrat û azadîxwaz dikin ku divê li rex gelê Kobanê û HSDê cih bigrin û em bi hev re ruhê 1ê Mijdarê zindî bikin. Ev ruh wê careke din cîhana me ji xeteriya DAIŞ û alîgirên wê biparêze û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad wê rola sereke bileyîze.”