19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Li Tişrînê êrîş hatin şikandin

Şervanên HSDê êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMOyê yên li ser Tişrînê şikandin. Di şer de bi dehan çeteyên SMOyê hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyê agahiyên li ser berxwedana li Tişrînê parve kir û got: “Tevî desteka balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê û tevî bikaranîna panzêr û obîsên giran jî, lê hêzên me li gelek eniyan windahiyên mezin gihandin hêzên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê; hejmarek çete hatin kuştin, erebeyên wan ên zirxî, cihekî radarê hatin rûxandin û noqte û kombûnên wan hatin hedefkirin.

Ji êvara roja yekşemê heta sibeha roja duşemê ve, balafirên bêmirov ên Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî li asîmanên gundewarê Bendava Tişrînê digeriyan. Di heman demê de herêm bi obîsên giran û moşekên giran dihat topbarankirin.

Roja şemiyê saet 13.00an ê piştî nîvro, hêzên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Elûş û Til Erîş kirin. Hêzên me bersiva êrîşê dan û erebeyeke veguhestina leşkeran wêran kir. Herwiha kombûneke çeteyan ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ve hat hedefkirin. Li vir şer derket ku 2 saetan dewam kir. Bi qasî hatî tesbîtkirin 2 çete hatin kuştin û yên din ji qada şer reviyan. Hêzên me piştî êrîş şikandin bi çekên giran li kombûnên wan dan. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan û zerarên ku li wan bûne, nehat zanîn.

Erebeyeke leşkerî ya dijmin ku hewl dide ber bi noqteyên şervanên me pêş de were ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ve hat rûxandin. Em ê piştre dîmenê hedefkirina erebeyê parve bikin. Herwiha mayînek bi erebeyeke çeteyan ve teqiya, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat tesbîtkirin.

Hêzên me di şer û pevçûnên li Girê Syriatel de 2 erebeyên zirxî yên çeteyan rûxandin û erebeyeke veguhestina leşkeran jî îmha kir, di encamê de hejmarek çete hatin kuştin. Cenazeyên çeteyan hîna li erdê ne.

Yekîneyên Şehîd Harûn bi giştî li 27 noqte, kombûnerebeyên hêzên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin. Di nav de navendeke radarê, erebeyeke zirxî,  5 erebe rûxandin û li 21 noqte û kombûnên çeteyan xistin. Di encamê de hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.”