Navenda Ragihandinê ya HSDê der barê bîlançoya şer a duh ku li bakurê bendava Tişrînê û gundewarên li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê qewimîn, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di şer û pevçûnên duh (çarşem) ên li bakurê Bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê bajarê Minbicê de, hejmara kuştiyên çeteyên Dewleta Tirk a dagirker bû 63 û 37 çete jî birîndar bûn. Rewşa gelek birîndaran giran e.
Duh sibehê çeteyên Dewleta Tirk a dagirker bi desteka balafirên şer û yên bêmirov ên Dewleta Tirk a dagirer êrîşeke berfireh li dijî gundên Elûş, Til Erîş û Girê Syriatel ên li derdora Bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê û girê gundê Til Zemale pêk anîn. Hêzên me bersiva êrîşan da û şerekî giran derket. Di şer de ku heta saetên êvarê dom kir, 63 çete hatin kuştin.
Her wiha tankek, 5 erebeyên leşkerî û 3 erebeyên zirxî yên bi tîpa BMB hatin rûxandin.
Ji ber berxwedana hêzên me, çete neçar man birevin û kuştî û erebeyên xwe yên wêrankirî li dû xwe hiştin.”