8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Li Minbic û Dêr Hafîrê gelek çete hatin kuştin

HSDê têkildarê berxwedana 24 saetên dawî yên li rojhilat û başûrê Minbicê û Dêr Hafîr ên li dijî êrîşên dagirkeriya komara tirk û çeteyên wê daxuyanî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê der barê berxwedana li gundewarên başûr û rojhilatê Minbicê û eniya Dêr Hafirê de daxuyaniyek weşand û ev agahî dan: “Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên başûr û rojhilatê Minbicê, bi taybetî li ser gundewarê Bendava Tişrînê berdewam dikin. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi qehremaniyeke mezin bersiva êrîşan didin û windahiyên mezin digihînin wan.

Duh saet 9ê êvarê balafireke şer a Dewleta Tirk a dagirker 5 êrîşên giran li ser Bendava Tişrînê û gundên derdora wê pêk anîn û hê jî bi obîsan li herêmê didin. Liv û tevgera balafirên bêmirov jî heta nîvê şevê dewam kir.

Dewleta Tirk ji bo baregeheke leşkerî li girekî li herêmên nêzî Bendava Tişrînê ava bike, çekên giran û alavên pêwîst anîn. Yekîneyên Şehîd Harûn bersiva hewldanê da û di encamê de obîseke giran û qaîdeyeke avêtina moşekên Grad îmha kirin. Yekîneyê karwanekî erebeyên leşkerî jî kir hedef û di encamê de kuştiyên dagirker û çeteyan çêbûn. Lê hejmara kuştiyan nehat tesbîtkirin. Çete û dagirkerên ku li girê ku dixwest baregehê lê ava bikin jî reviyan.

Li eniya Dêr Hafirê, li gundê Hebûba jî Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyeke leşkerî ya mezin a çeteyan da. Erebe bi temamî hat rûxandin û çeteyên tê de hatin kuştin. Li bajarokê Dêr Hafirê droneke xwekuj a çeteyan teqiya, lê tu zerar çênebûn. Di heman demê de li asîmanê herêmê tevgera dronên Dewleta Tirk a dagirker hebû.

Di 2 rojên dawîn de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li herêmên başûr û rojhilatê Minbicê û gundewarên Bendava Tişrînê derbên giran li çeteyên Dewleta Tirk a dagirker xistibûn, nêzî 72 çete hatibûn kuştin û bi dehan jî birîndar bûbûn. Dîsa gelek panzêr û erebeyên leşkerî hatin rûxandin.”