Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî rageşî û aloziya li eniyên bajarê Dêr Hafirê daxuyaniyek da.
Berfirehiya daxuyaniyê wihe ye:
“Di berbanga îro de, li deverên Dêr Hafir, Meskenê û Bendava Tişrînê aloziyek leşkerî ya berdewam heye. Komên Şamê êrişên xwe yên bi çekên giran zêde kirine, hemwextî wê balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê deverê bombebaran dikin. Ev aloziya zêde li ser ewlehiya welatiyan û binesaziyên herêmê xeterî ne.
Di saetên berbangê de, komên hikumeta Şamê êrişên bênavber li derdora Bendavê Tişrînê pêk anîn, di êrişan de dronên xwekuj, guleyên topavêj û hawanan hatin bikaranîn. Van koman zêdetirî 12 cihî li gundên Mehşiye, Şêx Hesen, gundên Qişlê bombebaran kirin.
Komên Şamê êrişên li dijî binesazî û avahiyên xizmetguzariyê yên li bajarê Dêr Hafirê zêde kirin. Koman bi topan û dronên xwekuj êrişî avahiya posteyê (berîd) firna Dêr Hafirê kirin, lê tu birîndarî çênebûn. Di encamê de firne ji xerab bû û gefên yekser li ewlehiya xwarinê ya şêniyan dixwe.
Bi êrişan hewl didin jiyana rojane li herêmê pûç bikin, nahêlin cotkar karên xwe li nava zeviyên xwe bikin. Vê jî bandoreke neyênî li rewşa jiyanî ya welatiyan kiriye.
Di aliyê meydanî de, çeteyên di bin sîwana balafirên bêmirov û çekên doçka de hewl da bikevin gundê Zûbêda yê başûrê Dêr Hafirê, lêhêzên me bi tundî bersiv da û ew neçarî revê kirine.
Hemwextî wan tevgeran, li herêmê tevgerek zêde ya “Bayraktarên” Tirkiyeyê heye. Balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê nuqteyeke leşkerî ya hêzên me li bajarê Meskenê bombebaran kir, lê tu kes birîndar nebû, di heman rojê de careke din bombebaran kir û nuqteyek din jî li gundê El Boasîm yê Tebqayê hat bombebarankirin.
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ji destpêka rageşiyê ve 4 caran bajarê Meskenê bombebaran kir, ev nîşaneyeke zelal a zêdebûna êrişên asîmanî li dijî herêmê ye.
Ev aloziya zêde ya berdewam a ji berbanga îro ve li ser jiyana welatiyan, binesazî û avahiyên xizmetguzariyê nîşaneyên xeternak in. Komên Şamê ji zêdebûna aloziya leşkerî û ewlehiyê berpirsiyar in.”
