Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên çete yên Emşat û Hemzat ên dewleta tirk ên di nava hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, êrişî bajarê Dêr Hafirê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Komên Emşat û Hemzat ên girêdayî hikûmeta Şamê danê nîvro (roja çarşemê) bi droneke xwekuj, çekên giran û guleyên hewanan êrişî navenda Dêr Hafirê kir. Di encamê de kesek birîndar bû û rakirin navenda tenduristiyê.”
