24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Êrîşên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê zêdetir bûne

HSDê ragihand ku artêşa tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê zêdetir kirine û qadên sivîlan kirin armanc.

Navenda Ragihandinê ya HSDê der barê êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê de ev agahî dan: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh (în) êrîşên xwe yên dijminane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin. Balafirên şer ên Dewleta Tirk a dagirker rêzeêrîş li derdora bendavê pêk anîn. Di heman demê de bi obîsên giran derdora bendavê, bi taybetî cihên kargehan topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn.

Gundên Xeseq û Tîna yên derdora Pira Qereqozaqê bi balafirên şer ên Dewleta Tirk a dagirker hatin bombebarankirin. Bi obîsên giran, tank, roket û hawanan jî gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê ketober hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê zirarên madî li mal û milkên sivîlan bûn.

Eniya Dêr Hafir; di tevahiya rojê de balafirên bêmirov ên Dewleta Tirk a dagirker li eniyê digeriyan.”