Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser rewşa ewlekariyê ya li bajarê Tebqa û derdora wê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên HSDê li Tebqayê sê kes girtine ku gule berdane malên sivîlan û bi vî rengî hewl dane tevlîheviyê bikin û ewlehiyê têk bibin. Hat gotin ku têkildarî kesên hatine binçavkirin karê pêwîst hatiye destpêkirin û ewlehî û aramiya li bajêr ji nû ve hatiye pêkanîn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir ku ji bo rabûna li ber êrişan û bicihanîna ewlehiya gel, hêzên wan niha li bajarokê Mensûrayê li dijî komên çekdar ên ser bi Şamê ve şerekî giran dikin.
