19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Divê civata navneteweyî ji bêdengiyê derkeve

HSDê diyar kir ku Dewleta Tirk berpirsiyarê êrîşên li dijî Bendava Tişrînê, komkujiyan û zirarên ji ber wê çêbibin e. HSDê banga li raya giştî ya navneteweyî kir ku ji rewşa bêdngiyê derbikev.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) der barê êrîşên Dewleta Tirk li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HSDê wiha ye: “Du roj e balafirên şer û bêmirov ên Dewleta Tirk nobedarên li Bendava Tişrînê ya başûrê Minbicê ku ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê û komên wê yên çete li bendavê ne hedef digirin. Heta vê kêliyê 6 sivîl şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne.

Em vê êrîşa hovane şermezar dikin. Berpirsiyariya xisarên ku ji ber êrîşan li bendavê çêdibin dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan e. Herwiha ew berpirsiyarê tevahî sûcên şer ên li dijî welatiyên li herêma bendavê û herêmên din in jî.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku li hember sûcên Tirkiyeyê yên ku ev demeke li dijî gelê me pêk tîne û herî dawiyê li Bendava Tişrînê komkujî pêk anîn, ji bêdengiyê derkeve.”