7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Di şerê rojekê de 13 çete hatin kuştin

HSDê bîlançoya berxwedana 24 saetên dawîn a li dijî êrişên li ser gundewarê Minbicê aşkere kir û diyar kir ku di 4ê çile de 13 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya OSDê bi daxuyaniyekê bîlançoya 4 Çile 2025an a berxwedana li dijî êrişên li ser gundewarê rojhilat û başûrê Minbicê aşkera kir. Navenda ragihandina HSDê diyar kir ku Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê hewl didin li eniyên şer ên Bendava Tişrînê û herêmên başûrê rojhilatê Minbicê pêşde biçin û ev agahî parve kirin: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê duh (4ê Çile) tevahî êrişên bi desteka balafirên bê mirov û yên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin, têk birin û windahiyên mezin gihandin çeteyên dewleta Tirk a dagirker. Saet di 13.00ê 4ê Çile de dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên derdora Bendava Tişrînê domandin. Hêzên me bersiva êrişan dan û şer û pevçûn heya saet 17.00an dewam kir. Dewleta Tirk di saetên sibeha de bi obîsan herêm bi dijwar topbaran kir. Piştre êriş li ser Girê Syriatel dan destpêkirin. Hêzên me ku bersiva êrişê dan, erebeyeke çete lê bûn, îmha kirin. Bi qasî hate tesbîtkirin 8 çeteyên di erebeyê de bûn, hatin kuştin.”

Navenda ragihandina HSDê hûrguliyên şer parve kir û wiha berdewam kir: “Saet di 13.30an de çeteyan êrişa Mezreya Ebû Seîd kir. Şervanên êriş têk birin. Li vir jî bi qasî hate tesbîtkirin 5 çete hatin kuştin. Piştî tevahî êriş ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin û windahiyên canî û madî gihiştin dijmin, vê carê deriyê têketina gundê Xirbe Zemala bi obîsan bi dijwarî topbaran kirin. Li aliyekî din Yekîneyên Şehîd Harûn li 13 hedefên dijmin (nuqte, kombûn û erebe) xistin.

Hêzên me li nêzî bajarê Dêr Hafirê li nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan. Li virî çeteyek bi giranî birîndar bû.

Roja Înê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke şer kargeha şekir li rojhilatê bajarê Dêr Hafirê bombebaran kiribû. Di encamê hin beşên girîng ên kargehê wêran bûn. Tevî ku ev kargeh cihekî sivîl û aktîv e ku xizmeta şêniyan dike, lê dewleta Tirk a dagirker li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê debara jiyana şêniyan dike, her tiştî dike hedef, binesazî jî ji êrişên wê nafilitin.”