18 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Dewleta tirk 11 sivîl birîndar û 4 şervan jî şehîd kirin

HSD’ê diyar kir ku dewleta tirk di êrîşan de 4 şervan şehîd û 11 sivîl jî birîndar kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona Cizîrê de agahî dan.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Dewleta Tirk a dagirker îro Înê di saetên piştî nîvro û yên ber êvarî de bi balafirên bê mirov ên bi çek 8 caran êrîşî nuqteyên hêzên me, mal û wesayîtên sivîlan kirin. Di encama êrîşan şehîd û birîndar çêbûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov a bi çek li herêma Til Hemîsê nuqteyek hêzên me û li derdora bajarê Qamişloyê nuqteya Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kirin. Artêşa dagirker li Qamişlo du caran malên sivîlan û 3 caran wesayîtên sivîlan bombebaran kirin. Di encamê de 11 sivîl birîndar bûn. Dewleta Tirk bi balafireke bê mirov a bi çek ambulansa ku hewl dida şehîd û birîndaran rake jî kir hedef.

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 4 şervanên me gihaştin asta şehadetê û 11 sivîl birîndar bûn.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê