16 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Çete bi zanebûn li Dêr Hafirê êrişê sivîlan dikin

HSDê diyar kir ku HTŞ bi êrişên li ser Dêr Hafirê hewl dide ku zextê li şêniyan bike ku bi zorê bên koçberkirin. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand HTŞ û çeteyên girêdayê dewleta tirk bi topan bombardûman li ser cih û warê sivîlan ên li bajarên Dêr Hafirê kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin, bi rêya êrişan tê xwestin ku zext li ser gel bê kirin û bi zorê bê koçberkirin.

Hate ragihandin ku di nava saetekê de zêdeyî 20 top li Dêr Hafirê hatin barandin, herwiha bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êriş hatin kirin. HSDê diyar kir ku ev rewş gefeke yekser li jiyana sivîlan dixwe û bi zanebûn êriş li dijî cihê sivîlan tê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên HSDê rewşa li qadê ji nêz ve dişopînin û ji bo ewlehiya bajêr û şêniyan tedbîrên pêwîst bi dewamî werdigirin.