7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Bi dehan çete hatin kuştin

Komên paramîlîter ên ser bi dewleta Tirk ve li rojhilatê Minbicê, derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê derbê giran xwarin. HSD'ê diyar kir ku bi dehan çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek weşand. HSD di daxuyaniya xwe de bal kişand ser şer û pevçûnên giran ên di navbera hêzên wan û çekdarên paramîlîter ên OSO’ê de ku bi piştgirî ku alîkariya dewleta tirk êrîşî deverên wan dikin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniya xwe de behsa encamên şer kir.

Berfirehiya agahiyên vê daxuyaniyê wiha ye:

“Çeteyên dewleta Tirk vê sibehê êrişî gundê Qebir Îmo yê li rojhilatê bajarê Minbicê kir. Şervanên me bersiva êrişan da û şerekî giran di navbera hêzên me û çeteyan de rû da. Li herêma Pira Qereqozaxê jî hêzên me erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker teqand. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Di heman demê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk çerxerêya bajarê Sirînê bombebaran kir.

Li eniya Bendava Tişrînê jî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyan ên li ser gundên Mihşiyet El Tewahîn û Xirbe Tiwênî yên navçeya Ebû Qelqet têk birin. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Hêhzên me dest danîn ser 2 tankan û çekeke obîs tevî guleyên wê. Her wiha panzêreke BMB û 2 erebeyên doçka li ser ên çeteyan îmha kirin. Şer li van herêman dewam dike.”