18 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê terorê û rengê terorê yên nû têk bibe

Navenda Ragihandinê ya HSDê li dijî banga fitne û fesadiya Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Şamê daxuyanî da û got ku fitne û alozî nikare li qadê tiştekî biguherîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî banga fitne û fesadiya Wezareta Parastina Hikumeta Demkî ya Şamê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev banga fitne û fesadê ya wezareta Şamê ya ji bo şervanê HSDê kiriye îflasa leşkerî û siyasî ya van hêzên têkçûyî ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû şervanên wan û raya giştî ya pêkhateyên Rojava tu puteyê nade van bangê derdorên têkçûyî yên bêçare.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ku şervanên HSDê yên ji kurd, Erab, Suryanî û yên din pêk tên bi xwînê yekîtiya xwe birêxistin kirine û ew ji bo têkoşîna li dij terorê, parastina pêkhate û sivîlan hezir û amadene. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku şervanên wan û malbatên şervanan ewladên vê axê ne, welatperêz in, bi axa xwe ve girêdayî ne û xwedî tercîheke diyarkirî ne. HSD di daxuyaniya xwe de dibêje ku bi salane hêza wan li gel êriş û daxuyaniyê fitne û fesadiyê yekîtiya xwe kelijandiye û hêza xwe mezin kiriye.

Di daxuyaniyê de qala rastiya qadê hat kirin ev yek hate gotin: “Derxistina fitneyê û şerûdiya durê aqil nikare li qadê tiştek biguhêrîne. Hêza Sûriyeya Demokratîk li gel pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê terorê û rengê terorê yên nû têk bibe û yekîtiya xwe xurt û mezin bike.”