24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: 9 çete hatin kuştin

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de 9 endamên komên paramîlîter hatine kuştin û 11 jî birîndar bûn. 

Êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî bersivên tund didin van êrîşan. Navenda Ragihandina HSDê bi daxuyaniyekê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî aşkere kir.

Li gorî nûçeya ANHAyê; HSDê da zanîn ku hêzên wan di 23yê çileyê de li gundê Hoşeriyê yê Minbicê û gundewarên bajarê Dêr Hafirê li dijî baregehên Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter SMOyê çalakî li dar xistin.

HSDê, got: “Di çalakiyan de 9 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn.” Bi domdarî HSDê da zanîn ku hêzên wan li gundê Etşana yê li başûrê Minbicê jî li dijî komeke komên paramîlîter û wesayîteke wan çalakî li dar xistin. HSDê da zanîn ku hejmara kuştî û birîndarên komên paramîlîter nehatiye zelalkirin.

HSDê herî dawî jî got ku wan ev çalakî di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayînê yê li dijî êrişên bejahî û hewayî yên domdar ên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter lidar xistiye.