Di 3’ê hezîranê de leşkeran li Çiyayê Siyane yê qada Masîra ku di navbera Elbak û Geverê de ye bombe kirin. Wezîrê Karên Hundir daxuyanî da û got “3 HPG’yî hatine kuştin.” Endamê HPG’ê Îlyas Ayaz (Demhat Şero Welat) ê ku wezîr got ‘Di şer de hatiye kuştin’ derket holê ku bi birîndarî rakirine Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê.
Her çend wezîr got ‘3 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane’ jî hat hînbûn ku tenê cenazeyek anîne Nexweşxaneyê.