Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de di 1ê adarê de PKKê got ku wan agirbestê îlan kiriye. Tevî agirbersta PKKê jî Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî gerîla bênavber didomîne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê têkildarê mijarê de daxuyaniyek weşand.
HPGê di daxuyaniya xwe ragihand ku êrîşên Dewleta Tirk didomin û di êrîşên dawî de gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bikaranîn.
Li gorî nûçeya ANFê; HPGê ragihandiye ku êrîşên Dewleta Tirk ên hewayî û bejahî bênavber didomin. HPGê da zanîn ku di êrîşên dawî de gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bikaranîn. Hat ragihand ku di 7-8ê Nîsanê de li dijî tunelên şer 4 caran bombeyên qedexekirî hatine bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiyeyê ji 5ê Nîsanê heta 9ê Nîsanê hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve bi giştî 849 caran êriş kiriye.