Şerê li Zap, Metîna û Avaşînê 11 roj in didome. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê der barê çalakiyan de agahî dan û diyar kir ku di çalakiyan de 20 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. HPG’ê anî ziman ku dronek jî hatiye îmhakirin.
Li gorî nûçeya ANF’ê Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku şerê li herêmê didome. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da zanîn ku li dijî van êrişan gerîla berxwedana xwe didomîne û derbên giran li leşkeran dixe û wiha got: “Di çalakiyên gerîlayan de 20 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin. 3 dagirker birîndar bûn. Çeperek û dronek hate îmhakirin.”