Hozan Kawa ku endamê Koma Berxwedanê ye jî bi dehan salan e bi stranên xwe, konserên xwe, bi bernameyên ji bo televizyona çêkirine gelek xizmetên baş ji huner û çanda re kurdî kirine. îsal di serî de Awusturalya, Japonya û Ewropayê bi enerjiyeke bêhempa konser pêk anîn. Hozan Kawa li ser van mijarên cur bi cur ên hunerî ji rojnameya me re axivî.
Di destpêkê de Hozan Kawa xwe wiha da nasîn. Hozan Kawa nasandina xwe wiha kir: “Ez ji Serhedê me. Serhed çavkaniya dengbêjiyê, zargotinî, çandî, hunerî ya kurdî ya resen e. Bi taybetî jî aliyê dengbêjan ve muzîka kurdî bi Serhedê zêdetir derkete pêş. Ez jî wekî zarokekÎ kurd min çavên xwe li bajarê xwe û li warê xwe Mûşê cihê dengbêjan vekir. Em bi dengbêjên navdar ên weke Evdalê Zeynikê, Şakiro, Reso, Huseynê Mûşê û yên niha sax in Zahir û Merûf û bi muzîka kurdî re heşir û neşir bûn. Ez dikarim bibêjim ji 10 saliya xwe pê de min dest bi stranên kurdî kir.”
Parastina çanda gel
Hozan Kawa bi stranên xwe behsa parastina çand û hunera kurdî kir û wiha got: “Ev jî parastina çand û hunera resen a kurdî ye. Îro jî ev bû kar û barê me yê sereke. Ji warê Serhedê li bajarê Mûşê, vê serûwenê heta diaspora Ewropayê dewam kir. Demeke dûr û dirêj qedexe li ser me danîn. Lê belê em ne poşman in. Em xwedî li keda xwe derketin, gelê me jî qedr û qîmet nîşanî me da. Li welatê xwe me dest bi hunerê kir. Di sala 1995’an de ez hatim Ewropayê.”
Hozan Kawa li Ewropayê xwedî derketinê li wî bi bîr xist û got: “Ew kesên ku em bi dengê wan mezin bûn yek jê ji wan Xelîl Xemgîn e, me li Ewropayê, hev du nas kir. Ew bû sedem bi rastî jî destê hevaltiyê dirêjî me kir, wekî heval ez pejirandim. Ji sala 1995’an heta sala 2000’an ez li bajarê Marsîlyayê Fransayê bûm. Piştî wê em vexwendin weke endamê ‘Koma Bexwedan’. Ji sala 2000’an pê de heta niha emdamê ‘Koma Berxwedan’, endamê çanda Demokratîk a Ewropayê me, weke Tev-Çandê tê binavkirin. Me li wir kar û barên xwe meşand.”
Kawa diyar kir ku di bin banê Koma Berxwdan de xebatên xwe meşadine û albûm derxistin û wiha dewam kir: “Yekem Albûm me bi ‘Koma Berxwedan’ dest pê kir bi navê ‘Ava Evînê’ derxist. Heta niha me 8 Albûm derxistine, sala par jî me yek derxist. Ji Ava Evînê, heta Tava Hîvê, Taya Dilan, Ez û Tu, Şeng, Feryad, Rojava derket. Piştî 20 salan ez hatim welat tev li pêvajoya aşîtiyê bûm, me Veger derxist. Îsal jî Tava Hîvê, me 8 albûm derxistin di nava Koma Berxwedan û Tev-Çand’ê de li Akademiya Muzîka kurdî de. Salên têr û tijî, ez çûm tev li xebatên Ewropa bûm, em hinek derketin deverên din seranserê cîhanê. Ji her beşên welatê xwe bigire heta alema cîhanê kurd weke tên zanîn li çar aliyên cîhanê belav bûne. Em jî wekî hozan Kawa, hatin naskirin û heskirin. Erka me jî ew e heta ku em saxbin em ê layîqê vê hezkirin û hurmetê bin. Layiqî çand û hunera xwe heta terbiya bav û kalê xwe terbiya ku ev tevgera gelê me daye me divê tu carî em stuyê xwe li ber gelê xwe pêl nekin. Bi ilmî, felsefîk, zanebûn û heta ji destê me kêmasî kurtasiyên xwe berteref bikin. Takekesek li gorî daxwazên gelên xwe, weke takekesî endamê çand û hunerê em biafirÎnin. Lê ev kelecan tu carî ji min kêm nebûye”
‘Hele Newroz’ şanaziya min e
Kawa stran xwe ya Newrozê jî bi bîr xist, ecibandina vê stranê ji aliyê gel ve şanazî pênase kir û der barê wê de nixandina xwe wiha derbirî: “Ev enerjî bi tevahî ji hezkirina gelê me tê, gel qedr, qîmet û hezkirin nîşanî me dide. Xwedî li îcraatê tiştê ku em ji aliyê çand û huner ve diafirînin derdikeve, ev jî pêşî li me vedike. Ji sala 2004’an heta îro hê jî agirê Newrozê bi vê strana ‘Hele Newroz’ê tê vêxistin. Gotin û muzîk hemû yên min in. Ji bo min şanazî û serfirazî û rûmeteke mezin e. Dîroka hezaran salan bi strana me hilkişîne ber jor, bibe agir û alava Newrozê, ger bi vê stranê deng vede, ev jî pêşî li me vedike. Enerjiya me enerjiyeke pozîtîve û erênî ye. Di şexsê me de kelecan hildikişe jor.”
Kawa da zanîn ku çavkaniya hunera wî gel e û dewam kir: “Di dilê me de gelek tişt dikelijin. Dîroka taybet nêzîkê 30 sal in li Ewropa û li 10 sal jî welat 40 sal in ez xizmet kurdayetiyê, welatparêziyê, çand û muzîkê dikim. Lê em çiqas jî bixebitin em naghîjin meş û maratona gelê xwe. Em deyndarên gelê xwe ne, hem di asta maddî û manevî de çi hebe bi me ve girêdayî ye em deyndarên vî gelî ne. Em bê gel qet ne tiştek in. Ger ku gel tune be em jî tune ne. Ev rastî jî heqîqeta min e, li ser şopa heqîqetê dema ku mirov lê hûr dibe lêkolîn dike her tişt bi gele xwe ve mirov dikare girê bide. Gel û hunermend weke goşt û neynok, av û masî ne.”
Kawa diyar kir ku hunermend wjdana gel temsîl dikin û bi vê re eleqedar wiha got: “Ez tim dibêjim, em weke hunermend temsîlkarên wijdana civakê ne. Şêwekar, nivîskar, peykeltiraş, muzîkjen, hunermend hemû beşên hunerê wijdana civakê temsîldikin. Ev jî barekî hem xweş e û hem jî mezin e, divê em gelê xwe biparêzin. Em bibin dengê dil û wijdana gelê xwe.”
Kawa destnîşan kir ku heta piştî sala 2013’yan kêm konser pêk anîne û ev yek wiha anî ziman: “Ji 2013’yan heta niha me munasebetên cur bi cur danîn lê çanda konseran hinekî kêm bû. Di 2013’yan êdî min hêdî hedî dest bi çanda konseran kir. Weke Hozan Kawa me konser ceribandin. Bi rastî em di 2013’yan de bi ser ketin. Her sal pê de me zêde kir. Îja em derketin welatê Ewropayê, îsal em çûn Avusturlaya yê. Di meha Newrozê de em çûn Awusturalyayê me konser dan. Japonya Tokyo derket pêşiya me ji çaraliyên cîhanê hevalên rêzdar li min geriyan, têkiliyên me bi hev re hene. Çûm Japonyayê sedhezarî zêdetir mirovên me beşdarî konsera me bûn. Nezî sê seat me konser da wan lê hema bêje nezî 200 kesên japon jî di nav de bûn.”
Ji muzîka kurdî hez dikin Kawa behsa muzîka kurdî û zimanê muzîkê yê gerdûnî kir û wiha dewam kir: “Dostê kurdan ên ku ji muzîkê hez dikin, zimanê muzîkê gerdûnî ye. Dema ku mirov muzîkê bi argûmanên ilmî bi kar bîne, bi şêweyekî mesala em bejin rojavayî, rojhilatî di aliyê amûran û estûrmanan de mirov dikaribe baş bi kar bîne lê mirov ji resentiyê dûr nexe. Weke resentiya muzîka kurdî nûjen bike wê gelê biyanî yê Ewropayê jî Asyayê jî ez bêjim wekî hemû qitayên cîhanê, bala min dikşîne ji zimanê kurdî hez dikin. Ji ber ku ritmên muzîka kurdî pir dewlemend in. Hêstên muzîka kurdî dertên pêş. Her çiqas ji zimanê kurdî fêm nekin jî hestê muzîka kurdî têr û tije ye. Ji ber ku ritmê muzîka kurdî pir dewlemend e. Rîtimên kurdî li hebû bajarên Kurdîstanê heta mirov bêje li mintiqeyên Kurdîstanê cu bi cur hene em li ser wan rîtma staran dinivsînin. Li xweşa wan jî diçe.”
Kawa da zanîn ku wê bi konsêrên xwe li derve dewam bikin û daxwaza gel heye, jê têr nebûne û wiha got: “Wekî ku me got gelê me bi gelek rûmet pêşwazî kir. Li Tokyoyê Awustûralya, Sîdney, Melboûrne me konser dan. Plansaziyê me ji bo konsera li devre dîsa hene. Dîsa dixwazin em konser bidin ji me têr nebûn em ê careke din konser bidin. Ev xwestina wan jî ji bo me rûmeteke mezin e. Dema em vegeriyan, li Fransayê me gelek konser çekirin. Herî dawiyê vê serdemê 26 gulanê li Almanya Kolnê me konsera xwe bi dawî kir. Bi coşeki mezin bi xwedî derketineke maqûl, heta bi beşdarbûna pir hejmara hunermend, rewşebîr, karmend û karsazên kurd, mirovên civaknas, welatparêzên biqedir û qîmet, hezkiriyên muzîkê, hezkiriyên hunermendan em bi tenê nehiştin. Bi rastî jî konsereke pir maqul û elît der barê muzîka kurdî de me pêşkeşî gelê xwe kir.”
Gelek konser dan
Kawa kêfxweşiya xwe bi rewşa gelê kurd ê li derve re anî û got: “Xelkê me li Japonyayê jî ji ber gelê me bi terbiyeke heta bejî maqûl û paqij li wê derê tevdigere. Li ku bijîn jî zirarê nadin wir bi karê xwe re mijûl dibin, kedkar û xebatkar in. Li Ewropayê jî li Japonyayê jî li Awusturalya yê jî li qitaya Amerîkayê jî heta bejim li Afrîqayê jî li ku dijîn bila bijîn bi kedê ve heşîr neşîrîn, bi ked û karê xwe ve girêdayî ne. Cînarên wan biyanî bin, çi dibin bila bibin ji têkiliyên wan di asta mirovahiyê de dertên pêş, ev jî balê dikşîne. Her qiqas dewlet û statuyeke gelê kurd tune be ji ji gelê kurd nas dikin û hez dikin. Pêvajoyên dawî taybet rojhilat û rojavayên welat li bakur kurd, em bêjin di cîhanê de tên naskirin. Qedir û qîmet ji kurdan re tê dayîn.”
Kawa hêvî û daxwazên xwe anî ziman û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Divê em vê maqûltiyê ji destê xwe bernedin. Ez weke hunermend dibêjim, divê em mezin bifikirin. Li ku bijîn, divê bibin mînak ji derdorê xwe re. Her çiqas dewleta tirk nerazîbûn û bertekên xwe nîşan da be jî welatên pêşketî ne. Ji aliyê çandê ve ji aliyê edebê ve zêde pêşketî ne, ji bona wan ne xem e. Di şoreşê de carinan kelem derdikevine pêş meriv. Divê meriv doza azadiya gelê xwe bernede. Divê her kes bi kar û barê xwe derkeve pêş, vê dozê biparêze. Bedelên giran hatin dayîn. Divê tev hemwelatiyên Tirkiyeyê bi çand û hunera xwe, bi erf û edetên bav û kalên xwe, bi muzîka xwe, jiyaneke bêtirs, bêxof bikaribin bijîn, her kes hurmet nîşanî her kesî bide. Bi şer û pevçûnan, bi înkarê tu car kes ser neketiye, dewlet jî ser nakeve. Gelê kurd mezlûm û mexdûr e, divê mafên wî bi awayekî demokratîk û aştiyane bên qebûlkirin. Qelê kurd aştîxwaz e, ev mafê wî yê herî bingehîn e. Em jî bi riya hunerê dixwazin bibin dengê daxwazên gelê xwe.”