Medyaya Îsraîlê ragihand ku Hizbullah bi zêdetirî 100 fûzeyan êrişî Heyfa û kendava wê ya li bakurê Îsraîlê kir.
Li gorî malpera 0404 a Îsraîlê, bi dehan fûze hatin xistin û hejmarek din li herêmê ketine. Malperê diyar kir ku piştî bihîstina dengê teqînan, ekîpên hewarê berê xwe dan cihê bûyerê.
Hizbullah jî bi daxyaniyekê piştrast kir ku wê bi fûzeyên mezin bajarê Heyfa û Keryût ên bakurê Îsraîlê kir hedef û ev êriş wekî “Bersiv li hemberî êrişên Îsraîlê destnîşan kir.”
Meqawme Îslamiyê ya Iraqê êrîşî Israîlê kir
Ji aliyekî din ve Koma çekdar ya Meqawme Îslamiyê (Berxwedana Îslamî) ya Iraqê ragihand ku wan di çarçoveya piştgiriya ji bo gelê Filistîn û Lubnanê de, êrişî navend û Bakurê Îsraîlê kirine.
Koma çekdar a (Berxwedana Îslamî) ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 8’ê cotmehê serê vê sibehê di çarçoveya piştgiriya ji bo gelê Filistîn û Lubnanê de, 5 mûşek avêtin 5 hedefên cûda yên li navend û Bakurê Îsraîlê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka Cotmeha 2023’yan ve zêdetirî 2 hezar kes li Lubnanê hatine kuştin. Di nav de zêdetirî hezar kes di êrişên ji 23’yê Îlona îsal û vir de li başûr û rojhilatê Lubnanê û taxên başûrê Beyrûtê de hatine kuştin.