Naîm Kasim hate şûna Hasan Nasrallah ku Nasrallah di 27’ê Îlona 2024’an de di êrîşeke Îsraîlê de li Beyrûtê hatibû kuştin.
Hîzbullahê di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: “Konseya Şêwirmendiyê ya Hîzbullahê Şêx Naîm Kasim weke Sekreterê Giştî ê Hîzbullahê yê nû hilbijart. Em ji Xweda hêvî dikin ku di têkoşîn û karê wî yê serokatiyê de alikariya wî bike. Em soz didin şehîdê xwe Seyyîd Hasan Nasrallah, şervanên berxwedanê ên Îslamê û gelê xwe yê têkoşer Hîzbûllah ji bo ku armancên xwe pêk bîne û agirê têkoşînê geş bigire, wê li ber xwe bide.”
Her wiha êrîşên Îsraîlê jî berdewam dikin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê Îsraîlê roja 28’ê cotmehê li rojhilatê Lubnanê hin êrîş pêk anîne û di encama van êrîşan de 60 kesî jiyana xwe ji dest dane.