Îsraîlê diyar kir di êrişa hewayî ya li Beyrûdê de Rêberê Hizbulahê Hasan Nasrallah hatiye kuştin. Piştî demeke dirêj a bêdengiyê, Hizbulahê daxuyanî da û piştrast kir ku Rêberê wê Nasrallah hatiye kuştin.
Hizbulahê daxuyanî da û wiha gotiye: “Hasan Nasrallah jî tevî rêhevalên xwe bû piştî ku derdora 30 salan pêşengiya wan kir. Hizbulah dê şopdarê rêya Rêberê xwe be û li dijî Israîlê piştgiriya Xeza û Filistînê bike û parastina Lubnan û xelkê wê bike.”