Li gorî hişyariyên saziyên tenduristiyê yên navneteweyî dem hatiye ku êdî ev maske werin guhertin. Li cîhanê û di nava civaka me de jî ev celebên maseyên (qumaş) potik yên ku tên şûştin û gelek caran tên bikaranîn berbelave. Lê li gorî zanyar û saziyên tenduristiyê didin xuyakirin ev celebê maskeyan pêşî li belavbûna mutasyona Omicronê nagirin û xwediyê xwe naparêzin.
Li gorî raporeke ku rojnameya amaerîkî The Wall Street Journal belav kiriye divê her kes maskeyên tibî yên 3 kat bikar bîne ji bo bikaribe xwe li hemberî mutasyona Omîcronê biparêze. Ji ber ku ew maskeyên yek parçe yên qumaş mirovan li hemberî vê mutasyonê naparêzin.
Raporê cih daye daxuyaniya doktora nexweşiyên hundirîn li zanîngeha Calîforniyayê, Monica Gandhi ku wiha dibêje: “ Heke hûn bixwazin xwe ji mutasyona nû Omicron ê biparêzin divê hûn maskeyên tibî bikar bînin.”
Her wiha ji bo kesên ku nikarin maskeyên tibî bidest bixin wiha hatiye gotin: “Hûn dikarin di ser maskeya xwe ya qumaş de maskeke din jî yên heyî bikar bînin ji ber ku maskeyên tenê ji parçeyeke qumaş pê tê, nikarin we biparêz in.”