12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişê bêçare

Îlhan Medenî

Ka em hinekî bi hev re temaşeyî hişê xwe bikin û di hundirê wê de çi tevger dike çi tê jiyîn em bibînin. Em her tim dixwazin di nava civakan de guhertinan bidin kirin, bi rêya hilbijartinan, partiyan, kesan, saziyan û hwd. lê heya niha guhertinekî diyar û berçav xuya nake. Hîna bêedaletî, kuştin, şer, zordarî, bêmafî li holê ye. Evqas xwesteka guhertinê heye lê dîsan jî jiyan ji dobarekirinekê wêdetir naçe. Ev guhertin wê girêdayî demê be, bi demê re wê were çareserkirin, bi demên ku ji me re diyarkirin, ji filan dîrokê heya filan dîrokê wê tiştek bibe û herkes bigihîje azadiya xwe, hertim kar tînin û dubare dikin van gotinan. Wê demê ma gelo azadî ji aliyê kesên din ve ji me re tê dayîn? Her yek ji me dixwaze di hundirê xwe de jî guhertinan bide çêkirin. Mirov çiqas jîr, bibaldar, şiyar û jidil be wê ewqasî guhertinên were kirin ferq bike. Pêkhateya hişê me ji tiştên me tê de çandine pêk tê. Em di wî erazî de çi biçînin em ê berhemê wê rakin. Gelo pêkhateya me ji aliyê dendikên kê ve hatine çandin, civak, malbat, mamosta, oldar..? Yan jî dendikên me bi xwe çandin ve?

Ji bo em vê fam bikin û zanibin bi enerjiyek xurt ya heskirinê, bi baweriyek zelal divê nêz bibin. Ya niha em dikin hemû enerjiya xwe didin bi tiştên ne jiyanî yên me tune dikin ve xerc dikin. Em wisa difikirin ku şansê me yê vê rewşê biguherînin tune, cîhan wisa hatiye û wê wisa biçe nêz dibin, weke mînaka masiyê mezin yê biçûk xwarinê ye. Bi vê re bêruh, bêtaqet, bêmoral, ketî û bêçare xwe hîs dikin. Lê ne wisa ye ev rewş bi baldariyeke xurt û çavdêrîkirinek rast dikare were famkirin û derbas kirin. Dibe hûn bêjin li cîhanê gelek êş, hejarî, feqîrî, tundî, hêrs heye li kêleka van çawa dibe em xwe bigihînin guhertinekî hundirîn? Jixwe yê dihêle ev pêk were jî ev fikrê me yê bêçaretiyê ye. Vê rewşa xwe ya rojane bi tirs, sûcdar, xirabî, başî, biheskirin û bêheskiriniyê, şevê di xewên xwe de jî dubare dikin. Jiyana rojane me nekarî temam bikin û fam bikin di xewnan de dubare şîrove dikin. Gotinên xwezî min wisa kiriba, xwezî min ev nekiriba, xwezî min ew gotin ne gotiba, xwezî û xweziyan rêz dikin.

Ji ber wisa ne êdî bi mejiyek nerehet şeva xwe jî derbas dikin. Ji bo ev rewş pêk neyê rojane ji fikirîna xwe bigirin, nêzîkatiyên xwe, niyeta xwe, ji tiştek gotin û tiştek din kirinê, durûtî kirin, ji qalibên xwe divê rizgar bibin û vana çareser bikin.

Gelo pêkhateya hundirê me ji çi pêk tê? Bûyerên baş û xirab ên tên serê me, bawerî, gel, malbat, exlaq, çanda em tê de, bîranîn, êş, kêfxweşî û gelek tiştên din di hişê me de hatine bicihkirin. Nûçeyên şer, torên civakî, dewlemendîtî, feqîrî, hêz, daxwaz ev jî dibin em. Ev wê çawa werin destgirtin? Her bûyerek, her kêfxweşiyek, her êşek, her baweriyek wê cuda were destgirtin? Yan jî bi giştî? Ger yek bi yek were destgirtin, ev dibe analîzkirin û dawiya vê jî nayê, di encama analîzkirinê de jiyana xwe jî ji dest bidin.

Me çavdêriya darê, hevjînê xwe, avê, Xweda kir û hîna jî dikin. Vêya me bi aqlê xwe yê analîtîk kir, ê çavdêrî dike û yê tê çavdêrîkirin. Yê çavdêrî dike xwe ji ya tê çavdêrîkirin cuda dihesibîne û wexta derdikeve holê, li gorî demê derbasbûyî, bûyer, fikir û tişta dixwaze çavdêrî dike. Kesek gotinekî em pê biêşin dike û ew êşa wê tê qeydkirin, di hişê me de hebûna xwe dide domandin, dema êşên din tên jî ew jî têne qeydkirin û di tevahî jiyana xwe de ev tê jiyîn. Her roj diçin cihekê, bi karekê ve mijûl dibin, her cûre gengeşeyê re rû bi rû dimînin, qêrin, hawar, şahî, xeber, ev hemû diherikin hundirê me, bi awayekî pir biêş jî. Hûn çiqasî beramberî van xwe berpirsyar bibînin ewqasî biêştir dibe. Xwe li beramberî van êşan diparêzin û diwarekî ava dikin. Dema xwe ji wan cuda hesabkirin jî valahiyekê dijîn û pevçûn tên jiyîn. Di navbera misilman û xiristiyan, katolîk û protestan, reş û spî û hwd de ev vekirî tê dîtin. Di navbera hevjînan de jî ger cudahî hebe, pevçûn rû dide. Pevçûn bi xwe re hêrs, tirs, kîn tepasindin û teqlîtbûnê diafirine. Em bi fikran dijîn, her tiştî xwe bi fikran dikin, jiyana xwe bi fikran plan dikin, tevgerên me fikrê me şêwe dide û fikirîn di tevahî cihanê de weke tiştekî pir watedar lê hatiye. Weke parçeyek ji aqil pîroz tê dîtin. Ev îdeolojî, ev bawerî, ew perwerde, ev ol, ev Xweda, ev pêxember, ev partî ji yên din çêtirin. Ev hemû berhemên fikirînê ne, fikirînê xwe cuda kiriye, weke jêr û jor lê kiriye. Hemû pirtûkên me, wêjeyên me, berhemên fikirînê ne. Hemû têkiliyên me jî xwe dispêrin fikirînê. Fikirina me dibe parçeyek ji jiyana me ya têkiliyan. Fikirîn jî berhemê hişê me ye, ew jî kombûna zanistan e. Fikirîn bertekên demê derbasbûyî ye, me, îro û sibe şêwe dide, lê hîna demê derbasbûyî ye û wê wisa be. Wê demê fikirîn tu caran ne azad e. Ma wê çawa azad be? Dibe azadiyê bifikirin, divê azadî çawa bixemilînin, xeyalekî azadiyê biafirînin, lê ji ber di hundirê xwe de demên derbasbûyî ye tu caran azad nabe, li beramberî her rewşê kevn e.

Fikirîn jiyana me dîzayn dike; bingeha jiyana me demborî ye, ev fikrê di demê borî de hatî çêkirin, wê sibê çawa be dide nîşandan û pevçûn jî wisa destpê dike. Tirsa duh ji tiştekî hatî, tirsa windakirinê, tirsa mirinê, derheqê wan de fikirîn, timarkirina tirsê ye. Ger êşa wê bi dawî bibe jî fikirîna wê didome. Di rastiyê de bi dawî bûye lê li ser wê fikirînê her kêlî bi xwe re digerînin. Tirsa hesnekirinê, qebûlkirina nehatinê, sernexistinê, layîqnebûnê û tirsa ji sibê, bi rêya fikirinê têne hilberandin.

Em bi fikrê kesên xwedî kesayeta sexte û beriya niha bi salan jiyana xwe ji dest dan re dijîn. Hezar deng di aqlê me de gazî dikin; dengê dayika me, bavê me, hevalê me, heskiriyên me, dîndarên me, pêxemberên me. Her dengek ji van şeklekê dide jiyana me û li gorî wê em tev digerinn, lê her dengek ji dengê din cudatir û ew deng dengê jiyana me tune dikin. Ew hejar in û hejariya xwe li ser me ferz dikin, ew lewaz in û lewaziya xwe li ser me ferz dikin, ew bêçare ne û bêçaretiya xwe li ser me ferz dikin, ew ba şin, zîrek in, biaqil in, xirab in, tengav in, biheskirin û bêheskirinin û vêya li ser me jî ferz dikin. Aqlê me ne aydê me ye û dilê xwe jî me tepisandiye, li gel vê jiyan di nava kaosên dubare de tê jiyîn.