75emin Fîlm Festivala Navnetewî a Berlinê pişti 10 rojan bi dawî bû. Di festîvalê de 250 fîlm hatin nîşandan. 19 fîlm ji bo xelatên festîvalê ketin pişbirkê.
Her çiqas li gorî salên borî di festîvalê de fîlmên polîtîk kembin jî dîsa mora siyasetê li festîvalê ket. Fîlmên naveroka wan mijarên şerê Ukranya û Rusya, pirsgirêkên Filistîn û her weha civakî, polîtîk di festîvalê de hatin nîşandan.
Ev fîlmanan eleqeyek mezin dîtin. Dem dem derhênerên van fîlmen bi nêrîn û daxwaniyên xwe ketin rojevê.
Dîsa ji destpêka festîvalê heyanî dawiyê di her firsetê de li dijî teklonojiyê piştgirtiya sînema yê hat kirin.
Teybetî jî axaftinên lîstîkvana navdar Tilda Swinton, gelek balkeş bû. Switon, got; ji sînemayê bawer bikin û li dijî platformên dijîtal salonên sînemayê tijibikin.
Bi rastî jî di nava 10 rojan de bi dehezaran rojnemevan û sînemahez salonên kapasiteya wan bi hezarane tijîkirin.
Her çiqas fîlmên polîtîk îsal di pişbirkê de hindikbin jî lê fîlmên mijara wan cîvakî, xweza û mirov zêdebûn bingeha festîvale wan tijî kir.
FiÎlmên wek “Drømmer” (Xewn), “The Message” (Peyam), “Mothers Baby” (Zaroka Dayikê) û ” The Blue Trail” (Reya Şîn) yê herî derketin pêş. Ji xwe Xewn û Peyam di festîval de hatin xelatkirin…
“Drømmer” bu xwediyê Hirça Zêrin
Di dawiya 75mîn Berlinalê de komiteya juriya navnetewî fîlmê Norvecî ya bi navê “Drømmer” layîqî xelata Hirça Zêrin Golden Bear dit.
Fîlm mijara sê nivşa tîne ser perdeyan spî. Fîlm li paytexta Norvecê li Oslo yê derbas dibe. derhênerê fîlmê jî Dag Johan Haugerud e.
Navenda mijara fîlmê xwendevanek cîwan û têkiliya wê û mamosteya wê ye.
Çîrokên li dora wan tên hunandin jî fîlmê dide temaşekirin; Evîn, wêje, felsefe û helbest noqteyên herî xurt ê berhemê ne.
Johanne cîwanek 17 saliye. Keçek zirek û serkeftiye. Ew bi dayîk û pîrika xwe re dijî. Rojek mamosteyek nû tê dibistanê.
Johanne dibe evîndarê mamostê xwe. Evînek bê bersiv. Ev di jiyana wê de serûbinî ava dike. Destpêkê gelek dijware, lê demek şunve ev evîn cîhê xwe dibe wesîleya nivîs, weje û helbestan. Dest bi nivîsan dike, jiyana xwe û evîna xwe bi hevok û pêyven edebî di xemilîne. Dayîk û pîrika wê dema van nivîsa dibînin matmayî dibînin. Ji berkû ewqas xurt û bi hezin.
Ji xwe pirîka wê jî helbestvanek navdare. Ew bi vê hêz û behremendiya neviyê xwe gelek serbilinde.
Johanne, di dawiyê de bi alîkarî pîrik û dayîka xwe van nivîsê xwe wek pirtukek çap dike. Ev pirtuk eleqeyek pir mezin dibîne.
Fîlm, evîn, hezkirin, nivîs û têkiliyan di nava 3 nivşên jin de çi diqewime bi awayek serkeftî tîne ser perdeya spî û lêpirsînan dike.
Derhênêr bê guman ne tenê bi bi çîroka xwe serkeftiye her hewa hunandin, kar anîna dimen û peyamên cîvakî jî dide.
Serokê juriyê Todd Haynes, dema belevkirinan xwelatan de jî hinceta biryara xwe bi van gotinan anî ziman:” Sewirandinek hunerî, peyamê cîvakî, kar anîna dîmen û destgirtina çîrokê gelek serkeftiye. Ev li ser biryara me tehsîrek mezin çêkir.”
Peyam da Hirça Zîv
Fîlmê The Message ( Peyam ) di festîvalê de xelata “ Hirça Zîv” vegirt. Fîlm li çol û deşta Arjantinê de derbas dibe. Derhênêr İvan Fund, rastî ji mora xwe li berhemek serkeftî xistiye. Fîlm li ser jiyana zaroka bi navê Anika pêş dikeve. Anika xwedî hêzek xwezayî ye. Ew bi heywanan re diaxive û nexwaşiyên wan sax dike. Fîlmek soft, hestarî û aram e. Di dawiyê de dema perde tê girtin, temek sînemadik di hestê mirova de dihele.
Xelatên 75mîn Berlinalê
Fîlmê di 75mîn Berlînalê de xelat girtin ev in:
*Xelata heri mezin a Berlinalê (Hirça Zêrin) “Drømme” derhêner Dag Johan Haugerud girt.
*Xelata festivale ya (Hirça Zîv) bi fîlmê (The Message) Derhêner İvan Fund girt.
*Xelata jurî ya herî mezin (Hirça Zîv) “The Blue Trail” derhêner Gabriel Mascaro girt.
* Xeleta festîvale a derhêneriya herî baş bi fîlmê “Living the Land” derhêner Huo Meng girt.
* Ji bo lîstikvaniya herî baş a jin bi fîlmê “If I Had Legs, I’d Kick You”, Rose Byrne, vegirt.
* Xeleta başa ya senaryo yê jî bi fîlmê “Kontinental ’25” Radu Jude, Xelata Zîv girt.
*Di beşa belgefîlmê jî de derhêner Brandon Kramer, bi berhema xwe ya “Holding Liat” xelate Hirça Zîv girt.
*Lesley Loksi Chan jî bi kurte filme xwe “Lloyd Wong, Unfinished” xelata Hirça Zêr girt.