12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatin paşdexistin

Li ser daxwaza hin partiyên siyasî û tifaqan komisyona hilbijartinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên ku dê di 11’ê hezîranê de pêk bihata taloqî meha tebaxê hatin kirin

Îro Komisyona Bilind a Hilbijartinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara jimare (5) derxist û bi wê biryarê biryar da ku hilbijartinên şaredariyan ku biryar bû di 11’ê Hezîranê de hatibûn lidarxistin bo Tebaxê bên paşxistin, ji ber pêkanîna daxwazên partiyên siyasî û tifaqan.

Di biryarê de wiha hate gotin: “Li ser daxwazên aliyên siyasî û hevbendiyên beşdar di hilbijartinan de û ji bo pêkanîna proseya hilbijartinan bi awayekî demokratîk, Komisyona Bilind a Hilbijartinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara paşdexistina hilbijartinan da. Biryar bû ku di 11’ê hezîranê de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên herêmî yên şaredariyan pêk bihata, lê li ser daxwaza hin partiyên siyasî û tifaqên ku dê beşdarî hilbijartinan bibin, hilbijartin taloqî meha tebaxê hatin kirin.

Partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne ji komîseriyê xwest in ku dema hilbijartinan were taloqkirin. Li gorî partî û hevbendiyên beşdarî hilbijartinan bûne, dema ku propgandaya hilbijartinana ji bo namzetan hatiye diyarkirin teng e. Sedema din a taloqkirinê demeke têr lazim e ku bangawazî li rêxistinên navneteweyî were kirin da ku çavdêriya hilbijartinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.”
Partî û hevbendiyên siyasî yên ku daxwaza taloqkirina hilbijartinan kirine ev in: “Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, Lîsteya bi hev re ji bo Çêtirîn Raje û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî).”