12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartin û xetereya li pêş

Tirkiye bi lez û bez ber bi hilbijartineke nû ve diçe. Ev hilbijartin rastî sala 100’emîn a damezrandina komara Tirkiyeyê tê. Ji ber vê jî hemû derdorên siyasî-civakî wateyeke mezin li vê hilbijartinê bar dikin. Lewma hemû derdor di nav hewldanan de ne ku di vê hilbijartinê de bi serkevin û rengê xwe bidin destpêka sedsala duyem a komarê. Ji ber ku di pergala hilbijartina Tirkiyeyê de ketina meclîsê zehmet e, gelek partî bi tifaqan dikevin hilbijartinan. Heya niha çar tifaq hatine diyarkirin; Tifaqa Cûmhûr, Tifaqa Millet, Tifaqa Ked û Azadiyê, Yekitiya Hêza Sosyalîst.

Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Milet di çarçoveya rastgiriyê de tev digerin. Ji aliyê din ve Tifaqa Ked û Azadiyê û Yekitiya Hêza Sosyalîst di çarçoveya çepgiriyê de tev digerin. Her du tifaqên pêşî di heman demê de dewletparêz û nîjadperest in. Yekitiya Hêza Sosyalîst jî her çiqasî xwe weke çepgir-sosyalîst nîşan bide jî di gelek hêlan de dikevin xeletiyên tifaqên din. Ji berê ve ev derdor bertek nîşanî têkoşîna gelê kurd didin. Têkoşîna sosyalizmê ya ku pêşengiya wê Tevgera Azadiya Kurd dike naecibînin. Tevgerê bi ‘kurdperestiyê’ tawanbar dikin. Lê dema li sekna wan binêrî, di rewşa heyî de tu hêza wan a guhertin-veguhetin û pêkanîna şoreşê tuneye. Mixabin di cihê ku herî zêde li dijî pêkutiyên dewletê bisekinin, zêdetir bertekan li beranberî partiyên di nav Tifaqa Ked û Azadiyê de didin.

Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe lê ji rojeva şer dernakeve. Dev ji xwesteka rawestandina şer berde, desthilata faşîst her diçe şer gurtir dike. Her ku şer gur dike, Tifaqa Milet bêdeng dimîne. Wisa xuya dike ku dê desthilat bixwaze di hewayeke wisa de biçe hilbijartinê. Di pêvajoya şer de rastî zêde nikarin werin axaftin lewma desthilat vê rêbazê dide meşandin. Gotinek heye; Di şer de berî her tiştî heqîqet bin dikeve. Bi şerê ku dewlet dimeşîne her roj bi dehan caran heqîqet derbê dixwe. Ji bo hinek derdoran binketina heqîqetê ne xem e. Yên ku derdên wan ên civakî tune bin, xema wan a binketina heqîqetê jî tune ye. Nîjadperestî jî çavê mirovan li dijî rastiyê kor dike. Di rewşên wiha de derew, xeletî, neheqî, zilm hemû xwe bi rengê rastiyê nîşan didin. Lê îro realîteyeke ku rastiya ligel hemû zextan jî derdixe pêşberî çavan heye; ew jî têkoşîna gelê kurd û dostên wan e.

Tifaqa Ked û Azadiyê bi îdiaya ku ji pirsgirêkên civakî re bibe bersiv derkete rê. Her çiqasî nav nû be jî dîrok û mîrateya vê tifaqê kevn e. Lewma xwedî tecrubeyeke mezin e. Berî her tiştî ji bilî Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Millet xwedî gotin û perspektîfeke cûda ye. Binavkirina ‘Rêya Sêyem’ jî cudabûna wê ya ji van tifaqên din dide nîşandan. Ji aliyê ramanê ve têr û tije ye. Bernameya wê jî xurt e. Lê heya niha tiştê dixuye di tevgerînê de hinek lewaz dimîne. Dema deklerasyon weşand, kelecaneke mezin da avakirin lê di demên dawî de hinek sekiniye. Ji tifaqên din cudatir ev tifaq dixwaze ku di sedsala duyem de komar ji nû ve were avakirin. Ji bo modela komara nû di rojên pêş de yek ji endamên vê tifaqê -di heman deme de endama herî xurt e- HDP dê konferansekê li dar bixe. Di wir de dê nirxandina komara demokrakratîk were kirin û perspektîfa wê bê dayîn. Ji aliyekî ve dema têkoşîna demokratîkkirina komarê were meşandin divê di der barê pêşerojê de pêşbînî jî hebe.

Xetereyeke mezin li pêş heye. Ev hilbijartin bi qasî ku dikare bi erênî bibe bingeha guhertina komarê, ewqas jî dikare bibe bingeha mayîndebûna statûkoya heyî. Di rewşeke ku hemû hêz bixwazin komarê li gorî xwe bidin guhertin de desthilata faşîst dikare bi ser bikeve. Hêza ku pêşiya vê bigire bêguman Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Lê heke tifaq vê pêvajoyê bi awayekî xurt pêşwazî neke nikare bi ser bikeve. Nexweşiyek di nav tevgerên çepgir-sosyalîst de heye. Di nîqaşeke herî piçûk de dev ji hev ber didin. Carinan li ser mijareke piçûk bi hev nakin û belav dibin. Her çiqasî niha rewşeke wisa tune be jî divê li ser vê mijarê baldarî hebe. Yekbûn û xurtbûna tifaqê bi qasî frênkirina desthilatê, di guhertina helwesta muxalefetê de jî girîng e. Yanî ji aliyekî ve desthilata faşîst têk bibe, ji aliyê din ve nehêle ku muxalefet bikeve rêyeke dij-demokrasiyê. Ji bo ev pêk were jî pêwîst e tu partiyên ku di nav tifaqê de cih digirin nekevin pey berjewendiyên partiya xwe.

Pêvajoyê kelecaneke ku mirov xwe nîşan bide daye avakirin. Ango rewşeke wisa ye ku hemû derdor dixwazin hêza xwe nîşan bidin, hêza xwe bibînin. Dixwazin xwe bidin qebûlkirin. Hem ji desthilatê hem jî ji muxalafetê gelek kesên ku qut bûn partiyên nû vekirin. Hinek ji van bi zanebûn ji bo ku dengan belav bikin hatin avakirin. Hinek jî ji aliyê kesên populîst ve hatin avakirin. Armanc çi dibe bila bibe, belavbûna dengan û sekneke takekesî dê vê pêvajoyê bi hemû aliyên demokratîk û azadîxwaz bide windakirin.

Sosyalîzm li ser felsefeya civakbûnê pêş ket. Ji bo dewlet ji holê rabe bi milyonan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di encama ewqas bedelan de hate dîtin ku dewlet bi hêsanî ji holê ranabe. Divê paradîgmayeke xurt a civakî hebe û di heman demê de stratejiya ku dewletê gav bi gav vemirîne hebe. Niha rêyeke zehmet li pêşiya Tifaqa Ked û Azadiyê heye. Barekî giran li ser milê tifaqê ye. Mîsyoneke dîrokî lê hatiye barkirin. Bêguman sosyalîzm bi hilbijartineke pergala burjuvayî nagihije serkeftinê. Lê bi hilbijartinê dikare bingeha Komara Demokratîk ava bike. Ramana sosyalîzma demokratîk û zanistî dikare bi awayekî nûjenî bixe rojeva cîhanê. Ji bo bikaribe xwe baş îfade bike û bi civakê bide naskirin divê polîtîkayên şer deşîfre bike û hêviya jiyana demokratîk û azad bide avakirin. Ji bo vê jî divê berî her tiştî di nava xwe de vê bingehê ava bike. Ne tenê ji bo xwe ji bo evqas bedelên hatine dayîn vala neçin, divê bi baldarî tevbigere û xetereya li pêş baş binirxîne.