Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê duh êvarê (26 îlon) rêya di navbera Heleb-Reqayê de ya nêzî rojavayê herêma Dêr Hafirê girt.
Hikûmeta veguhêz bi vê yekê rêya çûn û hatina şêniyan û tevgera bazirganiyê ya di navbera Heleb û herêmên Rêveberiya Xweser de digire.
Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêr Hafirê Meha El Xelef diyar kir ku bi sedan rêwiyên li ser rê li benda derbasbûnê mabûn, neçar man vegerin.