Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê bi balafireke bêmirov û biçek a xwekuj, eniya gundê Siûs û bi 3 balafirên bêmirov gundê Kefernûran ê rojavayê Helebê bombebaran kirin. Hemwextî wê balafireke keşfê ya Rûsyayê li asîmanê herêmê geriya.
Çeteyên Fetih El Mubîn jî bi moşekan navendeke hêzên hikumeta Şamê li eniya Cib El Ehmer a bakurê Laziqiyeyê bombebaran kir.