Çekdarên “Dîfa Watanî” yên bi ser hikumeta Şamê ve careke din bi çekên giran rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; çekdarên Şamê bajarokê Basîra û dora wê ji vê sibê ve topbaran dikin. Hat zanîn ku di êrişê de xesarek mezin li mal û milkê şêniyan bûne.
hêjayî gotinê ye ku gelek caran hikûmeta Şamê geh bi navê eşîrên herêmê yên ereb û geh bi navê çekdarên Dîfa Watanî êrîşî deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ye dikin û dixwazin li herêmê alozî û tevliheviyan derxînin.
Di rastiya xwe de li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî herêmên di bin kontrola ereban de dike û wiha got: “Li Dêrazorê kurd nîn e, tev ereb in. Eşîrên di bin siya Rêveberiya Xweswer de jî tev eşîrên ereb in. Lewma rejîm êrîşî ereban dike.”