12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê hêzê dide dagirkeriya tirkan

Pisporê kar û barên siyasî yên Iraqî Riyad El Wihêlî anî ziman ku hikumeta navendî ya Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê hêzê dide dagirkeriya dewleta tirk.

Artêşa tirk 40 kîlometre kûrahî û 200 kîlometre firehî ketiye nava axa Başûrê Kurdistanê. Bi hezaran leşkerên bi pere û nêzî Hezar û 500 cerdevan tev li şerê herêmê kirine. Şerê li Zap, Metîna û Avaşînê bi dijwarî didome. Artêş tevî eskerên bi pere û cerdevanan hemû çekên qedexe û kîmyewî bikar tîne. Lê nikare gavan pêşve bavêje.

Dewleta tirk êrişên xwe li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê didomîne. Hejmara hêzên xwe li herêmên dagirkirî zêde kirine û bendên kontorlê ava kirine. Ji 2015’an heta niha  nêzî 158 gund vala kirine. Ev gundên vala veguherandiya herêmên leşkerî.

Pisporê kar û barên siyasî yê iraqî Riyad El Wihêlî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûr bi binpêkirineke aşkere li dijî serweriya Iraqê nirxandin. Wihêlî diyar kir ku tevgerên dewleta Tirk li Başûr û Iraqê li dijî peyamên têkildarî rêzgirtina serweriyê ye ku di navbera herdu welatan de hatine îmzekirine.

Riyad El Wihêlî êriş û dagirkeriya dewleta tirk a li Iraqê spart bêdengiya hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê û got: “Bêdengiya hikumeta navendî û hikumeta herêma Kurdistanê dihêle ku dewleta Tirk zêdegaviyên xwe bidomîne û bi awayekî mezintir serdestiya iraqê binpê bike.”

El Wihêlî destnîşan kir ku bersiva herî guncaw  a li dijî binpêkirinên Tirkiye ew e ku hikumeta Iraqê baylozê Tirk ji Iraqê derxe û noteke protestokirina êrişan pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Pisporê kar û barên siyasî Riyad El Wehêlî da zanîn ku kir ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji guherînên siyasî yên li Iraqê, lawaziya wezareta karên derve ya Îraqê, hebûna hin aliyên siyasî yên sunî yên alîgirên Tirkiyê digire.