7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hîzarê li jinan ferz dike

Li Sûriyeya ku di nav kaosê de ye hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hîzarê li jinan ferz kir.

Civaka Sûriyeyê di nav xwe de gelek baweriyên ji pêkhateyên cihêreng dihewîne.  Perçebûna wê yan jî serdestiya aliyek li ser aliyê din, zor e. Serdestiya alî yan mezhebekê li ser wê jî nekarî bê ferzkirin. Ji ber vê yekê jin qebûl nakin ku sînorkirin li ser wan were sepandin û ji aliyê tu kesî ve bê kontrolkirin. Ji destpêka hilweşîna sîstema Esad û avakirina hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve, jinên Sûriyeyê di nava fikaran de dijîn. Li ser torên civakî hat ragihandin ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê biryara lixwekirina hîzarê û cilên reş li jinan ferz kiriye.

‘Cil û bergên îslamî tên belavkirin’

Komek Selefî ya bi navê “Banga qenciyê” li hundirê bajarê Hemayê belavok belav kirin. Di belavokan de banga “kuştina kesên ku nifiran li Xwedê dikin” hat kirin. Hat hînbûn ku komek ji 25 jinan pêk tê jî, li bajarê Hamayê dest bi belavkirina hîzarê kiriye û 100 cil û bergên îslamî hatine belavkirin. Çend şertên cil û bergên îslamî ev in; divê hemû laş bigire, neşibe cil û bergên jinên kafir, fireh û ne teng be, bê bêhnxweş be, şefaf nebe, tu xemilandin tê de tunebe û ew nebe cilên navdar. Li taxên Silêmanî û Ezîziyê ên bajarê Helebê ku piraniya wan xirîstiyan in, bi hoparloran banga lixwekirina hîzarê hat kirin û hişyarî hat dayîn ku tevliheviyê nekin. Herwiha diruşmên “Hîzar, hîzar xwegirtin hey miletê Xwedê”, “Xwedê mezin e” hatin avêtin.

Der barê tekûzkirina bernameya perwerdê de jî Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî çend guhertinan kir. Ev guhertin di programa ji pola yekem a dibistana seretayî heta pola sêyem a amadeyî de hat kirin. Bi giranî waneya perwerdehiya niştimanî hat rakirin û li şûna wê waneyên perwerdehiya îslamî hatin danîn. Herwiha gotina “prensîba mirovahiyê” bi “wekheviya baweriyê” hat guhertin û navê Zenûbiya ji wan daneyan hat jêbirin. Ev yek jî li ser medyaya civakî û di nav derdorên çandî, perwerdeyî û gelêrî de bû sedema bertekên mezin.

Zenûbiya, şahbanûya Palmîra ye. Sûriyeyî wê wek semboleke dîrokî dihesibînin û Zenûbiya di dîrokê de rola pêşeng a jinên Sûriyeyê lîstiye. Ji ber ku wê karîbû li hember Romayê li herêmê împaratoriyek bihêz ava bike. Hîn kesên ku li dijî guhertinê rabûn, gotin ku jêbirina navê Zenûbiya ya ji bernameya xwendinê, tirsa civakê ji rola jinan îfade dike. Hinekên din jî gotin ku ev guhertin dîroka Sûriyeyê berovajî dike û dibe sedema nezaniya tevahiya nifşê pêşerojê ku dîroka welatê xwe nizanin.